ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Rêvebera Rêxistina Sara ya li hember şîdeta li ser jinê têkîldarê bûyerên ku di pêvajoya dawî de jin rastî wê tên nirxandin kir û wiha got, "Têkoşîn û lêgerîna jin yê azadiyê heye. Ji ber vê pergala desthilatdariyê êrîşê xwe mezintir dike."

* Li ser mijara agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe nirxandin kir û got: "Em ji rewşê bigumanin, ji bo wê jî divê demildest agahî Bê girtin."

*Rêvebera Navenda Perwerde û Zanistkirina Jinê Miyesere Hemo derbarê bandora hişmendiya mêr ya li civakê nirxandin kir û got: "Em ê bi têkoşîna jinê li hember hişmendiya zilamê serdest biserbikevin."

*Rêvebera Kongra Star Çinar Yûsif têkildarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir û wiha got: "Em ê bi hêz û têkoşîna jinê tecrîdê bişkîn in."

*Endama Koordînasyona KJA’yê Ayşe Gokhan geşedanên piştî hewldana darbeyê û pêkanînên OHAL’ê nirxand. Ayşeyê da zanîn ku ji aliyê zîhniyeta serdest ya mêr ve bingeha darbeyê hatiye amadekirin û got: “Ev darbe destpêkê li jinan hatiye kirin.Em wek KJA’yê dizanin hedefa darbeyê kîne û bila kes nebêje AKP mexdure.”

*Ekolojîst-nivîskara Amerîkayî Janet Bîhel ku li Rojava jinên li dijî DAIŞ’ê berxwe dide ji nêz ve dişopîne bi wêneyên xêz dike vê berxwedanê nemir dike. Janetê armanca xêzên xwe wiha vegot: “Ez jinan xêz dikim ji ber ku ev jin li dijî DAIŞ’ê têdikoşin.” Her wih got ku ew pêşangehekî plan dikin.

*Şervana BOG’ê Eylem Ataş (Cemre Heval) ku di pêngava azadkirina Mînbîcê de di pevçûna bi DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest da, ev 29 rojin cenazeyê wê nadin malbata wê. Heval û bavê Eylemê diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê Eylemê bînin.