'Qetilkirina jinan encama tirsa pergala desthilatdariyê'

09:01

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN- Rêvebera Rêxistina Sara ya li hember şîdeta li ser jinê têkîldarê bûyerên ku di pêvajoya dawî de jin rastî wê tên nirxandin kir û wiha got, "Têkoşîn û lêgerîna jin yê azadiyê heye. Ji ber vê pergala desthilatdariyê êrîşê xwe mezintir dike."

Jinên ku li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk anîn, li hember pergala baviksalarî pergala hebûn, parastin û jiyana komînal avadikin. Li beramberî zilma ku bi salan hatiye meşandin xeta têkoşînê esas girtin. Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta li ser jinê jî yek ji van rêxistinên ku her kêlî ji bo parastina jinan di nav kar û xebatê de bûye. Rêvebera Rêxistina Sara ya li hember şîdeta li ser jinê Gulîstan Arîf Têkildarê êrîş û hovîtiyên ku ji aliyê pergalê ve li hember jinan pêk tê nirxandin kir. Gulîstanê diyar kir ku kevneşopiyên civakê bandorek neyînî li ser jinan avadike û wiha got, "Pirsgirêkên ku jin rastî wan tên jî encama wê hişmendiyê ne. Jinê ji ber hişmendiya zilam rêya naskirina mafê xwe jî winda kiribû, di temenekî biçûk de dihate zewicandin, di hindirê malê û dûrî civakê dihate hiştin. Ev hemû jî bandora xwe li ser rewşa jinan di nava civakê de dikir."

'Jinê xwe ji hişmendiya zilamê desthilatdar rizgar nekiriye'

Gulîstanê destnîşan kir ku qetilkirina jinan tev sedema xwe ji pergala desthilatdariyê digre û got, "Di rojên borî de li Kantonê jî bûyerê kuştinê pêk hatibû. Li Rojavayê Kurdistanê di şexsê jinan berxwedanek bê hempa hat meşandin. Ji tevahî cîhanê re bû çavkaniya jiyanê. Êrîş ne tenê li vir li tevahî Rojhilata Navîn di bin navê namûsê de tên kirin. Têkoşîn û lêgerîna jin yê azadiyê heye. Ji ber vê pergala desthilatdariyê êrîşê xwe mezintir dike. Tevî şoreşa ku hatiye dest pêkirin, sazî û rêxistinên jinan jî hatine vekirin, gavên ku jinê di warên siyasî û leşkerî de jî avêtine, dîsa jî jinê heya niha nikarîbû xwe ji hişmendiya zilamê desthilatdar rizgar bike. Di mehên dawî de li Kantona Efrînê 10 sûcên kuştina jinan di bin navê namûs de hatin kirin. Ev encamê hovîtî û tirsa pergala mêr dide nîşandan."

'Divê sazî û rêxistinên jinan li tevahî jinên civakê xwedî derkevin'

Gulîstanê bal kişand ser xwedîderketina sazî û rêxistinên jinan li tevahî jinên civakê û wiha got: "Erka me weke sazî û rêxistinên jinan ew e ku em rê li pêşiya êşa jinan bigirn û mafê hemû wan biparêzin. Me di kampaniya jinûve birêxistinkirina komînan jî, weke Rêxistina Sara semîner ji bo jin û mêran dan. Armanca me ew e ku hemû civak bizane ji ber çi ev qas êrîş li ser jinan pêktên û çima zilam deshilatiya xwe li ser dide meşandin. Em karê xwe bi alîkariya Kongra Star û Desteya Jinê didomîn in. Bi vê yekê girêdayî jî em ê serdana hemû malan bikin."

(hs/rc)