'Pêwîste hemû jin bibin sembola têkoşînê'

09:03

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ- Rêvebera Navenda Perwerde û Zanistkirina Jinê Miyesere Hemo derbarê bandora hişmendiya mêr ya li civakê nirxandin kir û got: "Em ê bi têkoşîna jinê li hember hişmendiya zilamê serdest biserbikevin."

Rêvebera Navenda Perwerde û Zanistkirina Jinê Miyesere Hemo bandora hişmendiya mêrê desthilatar li ser civakê anî ziman û diyar kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedaniya jinan vê hişmendiyê ji holê rakin. Miyeserê wiha got: "Em weke Navenda Jinê kar û xebata xwe ji bo parastina mafê jinan didin meşandin. Em heya dawiyê hewl didin ku jin li mafê xwe xwedî derkevin, her tiştê ku ji destê me tê jî em dikin. Mixabin tevî gelek jinan xwe di civakê de birêxistin kirine jî, lê nekarîne xwe ji hişmendiya zilam rizgar bikin, ev yek jî bandora xwe li ser pêşketin û xweseriya jinê dike."

'Pirsgirêkên hevjiyanê ji nefamkirina jin û mêr tê'

Miyeserê bal kişand ser pirsgirêkên ku ji bo Navenda Jinê tên û wiha got: "Gelek pirsgirêkên jinan ji bo navenda me tên, mînak yên hevjiyanê zilam û jin ji ber nefamkirina hev berdanê dixwazin. Lê em heya dawiyê hewl didin ku herdû alî jî rewşê baş fêm bikin. Sedema pirsgirêkê bizanin û çareseriya guncaw jê re deyînin. Tevî hemû hewldanan gelek caran pirsgirêk dighêje asta berdanê û rê li ber hemû çareseriyan tê girtin."

Miyeserê di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Pêwîste hemû jin bibin sembola berxwedan û têkoşîna li hember hişmendiya zilamê desthilatdar û tevahî kiryarên ku mafê wê binpê dikin. Divê hemû jin li ser vî bingehî asta têkoşînê bilind bikin û li hev xwedî derkevin."

(hs/rc)