'Em ê bi hêz û têkoşîna jinê tecrîdê bişkîn in'

09:04

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Rêvebera Kongra Star Çinar Yûsif têkildarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir û wiha got: "Em ê bi hêz û têkoşîna jinê tecrîdê bişkîn in."

Di sala 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama komployekê de ji aliyê hêz û dewletên navnetewî ve hat girtin. Ji bo azadiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku 17'e salin li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin û ji 5'ê Nîsana 2015'an ve tu agahî jê nayê girtin gelê Kurd bi gumane. Têkildarê mijarê Rêveberiya Kongra Star Çinar Yûsif nirxandin kir. Çinarê da zanîn ku zêdetirî sal û nîvekê ye tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: "Rêber Apo ji sala 1984'an ve ji bo gelê kurd di nava têkoşîneke pir mezin de ye. Dewleta Tirkiyê jî bi rêya girtina Rêber Apo xwest ku hêz û berxwedana gelê kurd bişkîne, lê xewna wan pêk nehat, rojane gelê kurd destkeftiyên pir mezin bi dest dixe. Di hemû aliyên civakê de hêdî hêdî sîstema desthilatdariyê bidawî dibe. Berxwedan û têkoşîna gel jî her ku diçe bilind dibe."

'Her kes ji bo azadiya Rêber Apo li qada ye'

Çinarê qala darbeya leşkerî ya ku di 15'ê Tîrmehê de li Tirkiyê pêk hatiye kir û wiha domand: "Darbeya ku li Tirkiyê hate çêkirin yek ji polîtîkayên dewleta Tirkiyê bû. Bi vê darbeyê xwestin ku siyaseteke nû bidin meşandin, dewleta Tirkiyê dixwaze ku hinceta ji bo Rêbertî derxîne, dibêje ku hikumê darvekirinê ji bo Rêber başe. Lê em weke jinên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ger Tirkiyê vê yekê bike wê xwe jî wenda bike û derbeyek mezin li xwe bixe. Gelek kes, hêz û partî ji bo azadiya Rêber Apo ketine nava liv û tevgerê û rojane li qad kolanan çalakiyan lidardixînin."

'Tu kes nikare têkoşîna bi hezarên salan hatiye jiyîn, dawî lê bîne'

Çinarê bal kişand ser giringiya zelalkirina rewşa Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirkiyê ve û wiha pêde çû: "Divê dewleta Tirkiyê rewşa Rêber Apo zelal bike. Çima heya niha ew di hindirê girtîgehê de radigrin? Ger vê yekê ji bo şikandina vîn û hêza gelê kurd dike, bila ji xwe re di nava xewnên xwe de bimîne. Gelê me her ku diçe berxwedaniya xwe bilind dike, êdî tu kes nikare têkoşîna bi hezarên salan hatiye jiyîn dawî lê bîne. Dewleta Tirkiyê tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo dide meşandin. Destûrê hevdîtinê tuneye. Kiryarên bi vî rengî di nava tu dewletan de pêk nehatiye. Êdî em jî dixwazin ku rewşa Rêber Apo û tenduristiya wî were zelalkirin."

Çinarê ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan herî dawî wiha got: "Em ji dewleta Tirkiyê dixwazin ku bihêlin malbat û parêzerên Rêber Apo biçin gel rêberê me û rewşa wî were zelalkirin. Divê gelê kurd bi her awayî piştgiriya Rêber Apo bike. Em jî weke tevahî jinên Kurdistanê dê bi hemû hêz û têkoşîna xwe vê tecrîdê bişkînin. Heya ku ev tecrîd neyê şikandin em ê di nava berxwedan û têkoşînê de bin."

(hs/rc)