Ayşe Gokhan: Hemû darbe destpêkê li jinan hatine kirin
09:06
Bêrîtan Elyakut-Şehriban Aslan/JINHA
AMED- Endama Koordînasyona KJA’yê Ayşe Gokhan geşedanên piştî hewldana darbeyê û pêkanînên OHAL’ê nirxand. Ayşeyê da zanîn ku ji aliyê zîhniyeta serdest ya mêr ve bingeha darbeyê hatiye amadekirin û got: “Ev darbe destpêkê li jinan hatiye kirin.Em wek KJA’yê dizanin hedefa darbeyê kîne û bila kes nebêje AKP mexdure.”
Endama Koordînasyona KJA’yê Ayşe Gokhan balkişand ser geşedanên piştî hewldana darbeyê û got di her rewşê de jin hedef tên girtin û ji JINHA’yê re nirxandin kir. Ayşeyê diyar kir ku darbeya li Tirkiyeyê hatiye kirin di esasê de li jinê hatiye kirin.
‘Ev darbe destpêkê li jinan hatine kirin’
Ayşeyê got bûyerên li Tirkiyeyê tên jiyîn gelek bi xeterin û got her tiştê tê jiyîn serê wê tê girtin û wiha got: “Di pêvajoya hikûmeta AKP’ê ku 14 sale desthilatdare de darbeyek tê jiyîn. Bi hevkariya çapemeniya hewzêwekê ku di pêvajoya hikûmeta AKP’ê de darbe nehatiye jiyîn tê nîşandan. Hikûmeta AKP’ê û serokkomar li dijî hewldana darbeya ku hatiye jiyîn xwe mexdur dibîne. Ev psîkolojiya mexduriyetê aliyê wê yê bi xeter tê jiyîn. Ji aliyê zîhniyeta serdest ya mêr bingeha darbeyê hatiye amadekirin. Hemû darbe destpêkê li jinan hatine kirin. Em wek KJA’yê dizanin hedefa sereke ya darbeyê kiye. Ji ber vê AKP bi mexduriyeta xwe me bawer nake. Divê demildest ji vê mexduriyetê derkeve. AKP û Erdogan berpirsên sereke yên vê darbeyê ne. Ger bi vê berpirsyariyê tevnegerin wê tiştekî biçûk rê li ber darbeyek nû vebike.”
'Pêşiya xetereyê dikare bi parastina cewherî û xweseriya demokratîk bê girtin’
Ayşeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku bi darbeyê kesên li ser bangê daketin kolanan serî jêkirin û li mizgeftan banga cîhandê kirine û wiha pê de çû: “Hemû tiştên hatine kirin bi tena serê xwe darbe ye. kesên îdia dikin li dijî darbeyê de destpêkê êrîşê jinan kirine. Derket holê ku darbe li dijî jinê hatiye kirin. Pêşiya xetereyê parastina cewherî xweseriya demokratîk dikare bigire. Adolf Hîtler jî bi heman rêbazê desthilatdariya xwe xurt kiriye. Îro heman rêbazê Erdogan bikartîne. Niha banga cîhadê ya hatiye kirin darbeye. Ji ber ku hemû derfetan bikartînin û darbeyê dikin.”
'Kurdistan di bin pêkanîna OHAL’ê de hat talankirin’
Ayşeyê da zanîn ku di 2014’an de plana rizandinê haitye amadekirin û ev tişt anîn ziman: “Di 28’ê Sibatê de protokola Dolmabahçeyê hat îmzekirin lê di 21’ê Adarê de ji aliyê Erdogan ve nehat nasîn û vê jî mahsumiyet ji holê rakiriye. Em jî wek gel hemfikrin ku darbe nayê qebûlkirin. Tecrubeyên gel ji dewletê zêdetire. Darbeyê 27’ê Gulan, 12’ê Adar û 12’ê îlonê tê bibîr xistin lê OHAL ji aliyê kesî ve nayê bibîrxistin. Li ser hemû xaka Kurdistanê bi salane OHAL tê jiyîn. Kes behs nake ku ev salek Kurditsan di bin dorpêçê de ye. Kurdistan di bin pêkanîna OHAL’ê de hat talankirin.”
'Li Kurdistanê darbeya yekem bi qetilkirina jinan destpê kir’
Ayşeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Kurdistanê pêkanînên OHAL’ê bi teşîrkirina bedena jinê ket jiyanê. Li Kurdistanê darbeyê destpêkê li Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Şirnex û Sûrê jin qetilkirin.”
(hu)