Emê Eylemê bînin, têkoşîna wê mezin bikin!
09:08
Nalîn Oztekîn / JINHA
STENBOL- Şervana BOG’ê Eylem Ataş (Cemre Heval) ku di pêngava azadkirina Mînbîcê de di pevçûna bi DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest da, ev 29 rojin cenazeyê wê nadin malbata wê. Heval û bavê Eylemê diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê Eylemê bînin.
Cenazeyê Eylem Ataş (Cemre Heval) di pêngava Azadikirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da ji 27’ê Hezîranê de ye nadin malbata wê. Tevî ji bo girtina cenazeyê serî li Qeymeqamtiya Pirûsê hat dayîn jî bersivek nehat dayîn. Cenazeyê Eylemê, bi bandora zîhniyeta DAIŞ’ê re li ser xaka wê nayê definkirin. Bavê Eylem Ataşê, Mehmet Ataş, diyar kir ku desthilatdarî her aliyê muxalîf ji xwe re wek dijmin dibîne û got: “Tehemulê daxuyaniyên demokratîk nabin. Lê emê wê helwestê bişikînin û Eylemê bînin. Feraseta dewletê ya konên şînê venake heye. Ez wek bavekî wê keça xwe bînim. Ev mafê min yê herî xwezayî ye. Eylem niha li Qamişlo di mortê de tê sekinandin.”
‘Çi dibe bila bibe emê Eylemê bînin’
Mehmet diyar kir ku piştî agahî girtine ku Eylemê jiyana xwe ji dest dane serî Qeymeqamtiya Pirsûsê dane û pêvajoya destpêkê wiha vedibêje: “Min di daxwazanameyê de got ger teşîs bikim keça min be ezê bibin Edenê defin bikin. Lê heta niha bersiv nedane daxwazanameya min. Daxwaznameya me ya destpêk hat winda kirin. Ya duyemîn jî me da. Lê gotin ne di cih de ye. yanî daxwaznameyên me piştguh kirin. Ez niha xwe amade dikin ku serî li dadgeha destura bingehîn bidin. Çi dibe bila bibe emê Eylemê bînin.”
'Divê Eylem li wir bûna’
Mehmet destnîşan kir ku ew keça xwe heval bûne û got hevalên wê gelek zêde bûne û wiha pê de çû: “Dema li Cizîr û Kurdistanê bombebaran dihatin kirin me bi dehan carî bi Eylemê re axivî ku divê ew jî li wir be. Min ji bo Mahîr, Azîz û Bedretîn çi hîs kir, ji bo Eylemê jî hîs dikim.Ji ber Eyelemê li Rojava cih girt ez kêfxweşim. Eylem xwedî feraseteke ji bo sibê bê qezenckirin divê îro têkoşîn bê dayînê bû.”
‘Eylem ji bo azadbûna jinan çû’
Nazli Buket Yazici ku demekê li Enqereyê bi Eylemê re jiyaye, jî wiha got: “Wek jinekê tevlîbûna wê ya têkoşîneke wisa ji bo me pir bi wateye. Li ser xaka ku Eylem şehîd ketiye îro jinan çarşefên reş avêtin û cil û bergên rengîn li xwe dikin.Di van dîmenan de tê dîtin ku hevala me çima çûye wir. Di pêvajoya Azîz de 59 roj şûnde cenazeyî wî hatibû û em kêfa me hatibû. Bifikirin cenazeyê hevalek mirov tên mirov kêfxweş dibin. Niha em ji Eylemê jî vê êşê dikişînin. Wek dayika Azîz, dayika Elîfê gotiye ti tişt vê êşê naguhere.”
‘Eylemê têkoşîna xwe bir rojava’
Nazliyê destnîşan kir ku jin xwedî li têkoşîna Eylemê derketine û got Eylem li dijî zîhniyeteke tecawizkar şer kiriye û got Eylemê têkoşîna xwe li Stenbolê bir Rojava.
‘Me Azîz çawa anî emê Eylemê jî bînin’
Malbat, heval û dostên Eylemê bi şîara ‘em Eylem Ataşê dixwazin hatin cem hev. Hevalê Eylemê Hakan Ataş got ew bang li her kesî xwedî wijdan dikin ku têbikoşin û got: “Bêguman JINHA jî bi vê gotobêjê piştgiriyê dide kampanyaya me.” Hakan di dawiya axaftina xwe de da zanîn wan Azîz çawa anî wê Eylemê jî wisa bînin.”
(odk/hu)