'Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî meşa azadiyê bibin’

10:12

JINHA

AMED – Jin, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, îro bi pêşengiya KJA’yê li Amedê dimeşin. Endama DBP MYK’ê Semra Demîrê ji bo meşa ku ji ber AZC Plazayê heta ber avahiya KCD’ê saet di 17.00’an de pêk tê bang kir û got: “Divê hemû jin xwedî li meşa azadiyê derkevin.”

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û CPT’ê hevdîtina ku kir jî hîna aşkera nekiriye. Herî dawî bi hewldana darbeyê re fikarên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêde bûn. Bi pêşengiya KJA’yê îro saet di 17.00’an li Amedê meşek pêk tê. Meş ji ber AZC Plazeyê det pê dke. Endama DBP MYK’ê Semra Demîr banga beşdarbûna meşê kir û got şertên tecrîdê yên 5’ê Nîsana 2015’an darbeya herî mezine.

'Darbeya yekem bi tecrîdê destpê kir’

Semrayê da zanîn ku divê meseleya tecrîdê tenê bi darbeyê neyê rojevê û got her dema girtina lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîde û got ev salek û nîve li Kurdistanê bi dehan carî darbe pêk hatiye û got darbeya esas di 5’ê Nîsana 2015’an de pêk hatiye. Semrayê wiha got: “Hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê berdewama wê bû. Tecrîda li ser birêz Ocalan nayê qebûl kirin. Niha li dijî girtiyan jî tecrîdek pêk tê. Emê li dijî pêkanînên tecrîdê mafê xwe yê pêkanîna çalakiyan pêk bînin.”

‘Em bang li hemû jinan dikin’

Semrayê di berdewamiyê de wiha got: “Civak bi rêbazên dij demokratîk tê dîzaynkirin. Dixwazin polîtîkayên qirêj li ser gelê Kurd jî bikin jiyanê. Dixwazin gelê Kur ji Abdullah Ocalan cuda bixînin. Armaca sereke jî eve. CPT herî dawî bi Birêz Ocalan re hevdîtinek kir. Lê hîna daxuaniyek nedane. Divê CPT peywira xwe bîne cih. Em hemû jinan vexwendiyê meşa ku bi pêşengiya KJA’yê pêk tê dikin.

‘Emê li dijî hewldana darbeyê û tecrîdê bimeşin’

Cigira hevseroka DBP’ê Leyla Ayaz jî axivî û got ev saleke tecrîda girankirî li ser Abdullah Ocalan pêk tê û bi OHAL’ê re ev rewş rewa hatiye dîtin. Leylayê têkildarî tecrîdê de nirxandin ki rû got: “Girtina lîderekî sûcekî mezine. Ev di alî Tirkiyeyê de şermek mezine. Birêz Ocalan ku ev 5 sale bi parêzerên xwe re hevdîtinê nake, ev salek jî di bin tecrîda girankirî de ye.”

Leylayê ji bo meşa li Amedê pêk tê bang li hemû jinan kir ku beşdar bibin.

(be/hu)