Jinên OHAL jiyan: Ji dema Tansu Çîlerê heta îro gelê Kurd berxwe da

11:20

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE - OHAL ya ku piştî hewldana darbeyê li Tirkiyeyê hat îlankirin, herî baş yên di salê 90’î de rastî zext û zilmê hatin dizanin. Sakîne û Fatma ku bi rojan di binçavan de man diyar kirin ku ji Tansu Çîlerê heta Erdogan hemû OHAL vala derketin, gelê Kurd berxwe da.

Dema OHAL tê gotin ku destpêkê komkujî, binçavkirin, şewitandina gundan, windakirin û îşkenceya salên 90’î yên li Kurdistanê tê hişê mirovan. Jinan dema OHAL’ê ku jiyane vegotin.

'Em bûn şahidê pêkanînên li ser bedena jinê’

Sakîne Duran (67) ku li Seyhana Edeneyê li taxa Şakirpaşa polîsan sibehekê bi ser mala wê de girtin û 14 rojan di bin îşkenceyê de hiştin, îşkenceya wan rojan dîtiye hîna di bîra wê de ye. Sakîneyê wiha got: “Sibehekê ez ji mala min ji ber zarokên min birim Midûriyeta polîsan. Min nedizanî min ji bo çi dibin. Bi dehan polîsî ez xistibûm navbra xwe. Pirs ji min dikirin. Min pirsên wan jî nedizanî. Ez matmayî û bi tirs, dipam. Piştî demekê bi cop û pihînan li min xistin. Çend polîsan gomlegê min qelaştin. Ji min re gotin ya tinê tiştê zanî bêjî yan jî emê tecawizê te bikin.”

Sakîneyê got wê rojê ji nêz ve şahidiya pêkanînên serdestiya mêr ya li ser bedena jinê kiriye û got: “Ez tazî kirim. Li dora min civiyan û gotin ti ji me şerm dikî. Min jî got;Ez çima ji we şerm bikim, hun ji min şerm bikin, ger ez îxanetê li gelê xwe bikim wê demê ezê şerm bikin.’”

'Ger bimrama wê wan qezenc bikira’

Sakîneyê got bizmar li binê lingê wê xistine û bi lingên birîndar li ser xwê dane meşandin û got: “Min bi tena serê xwe li dijî wan çavsoran têkoşiya. Her çiqas ku min digot ez nizanim, ez li ser astiya filîstin an jî astiya berovajî bûm. Min nedixwest ez bimrim. Ger bimrama wê wan qezenc bikira. Elektîrîkê hemû hucreyên mêjiyên min kuştibûn.”

'Tişta divê em bikin berxwedana li dijî zextane’

Sakîneya ku 14 rojan di bin îşkenceyê de ma wiha got: “OHAL, rêveberiya teng e, darbeya li ser îradeya gele. Ya herî girîng jî OHAL îşkenceye, komkujiye, mirine, zilme. Me pir dît. Bila kesên din nebînin. Zêdekirina zextên li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasiye. Tişta divê em bikin, berxwedane.”
'Em her roj bi darbeyên potîn şiyar dibûn’

Fatma Çig (66) ya li heman taxê rudine 4 salan di girtîgehê de dimîne. Bi OHAL’ê re Fatma ji Şirnexê koç dike. Fatmayê wiha got: “Her sibehê leşkeran bi ser gunde digirt. Em her sibeh bi darbeyên potînên li rûyê me diket, şiyar dibûn. Zarok bi tirs şiyar dibûn. Porê me digirtin û em davêtin kolanan. Mêr dikirin yek rêzê. Piştre heqeret û dijûn lê dikirin. Leşkeran demek kurt dida me û piştî em gund derdiketin wan malên me dişewitandin.”

Fatmayê da zanîn ku li bajarên ku koç kirinê jî zehmetiyên mezin kişandine û got: “Zilm û îşkenceyê li vir jî pêşa me berneda. Em bi rojan di bin lêpirsînê de man.Her carê hinek kesên din ez dikirim lêpirsînê. Digotin tiştên ti zanî bêje. Lê tiştekî ez bêjim tinebû. Piştî rojan şûnde ez xistim girtîgehê. Ez 4 salan girtî mam.”

Fatmayê di berdewamiyê de da zanîn ku ev OHAL ne li dijî darbekaran, li dijî îradeya gelê Kurde û got: “Ev salek û nîve em nisa serokatî di çi rewşê de ye. Ji ber vê rewşê ti agahî nayê girtin. Kurdan bi salan OHAL jiyan. Lê kesî serî netewand.Ji dema Tansu Çîlerê heta dema Erdogan çend OHAL vala hatin derxistin”

(gc\hu)