TEV-DEM’ê bi meşekê tecrîd şermezar kir
12:25
JINHA
DÊRIK - TEV-DEM’ê bi armanca şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi tevlîbûna sedan welatiyan meşek lidarxist.
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan TEV-DEM’ê li bajarokê Rimêlan meşek lidarxist. Bi tevlîbûna sedan welatiyên Dêrik, Çilaxa, Girkêlegê û Tirbespiyê ji hemû pêkhateyan meş hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Êdî bes e, ji Rêber Apo re azadî" li gel alên kesk, sor û zer hatin bilindkirin. Di meşa ji Qada Azadî destpêkir heya Qada Şehîdan domandî de piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin.
Meş bi tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" dawî bû.
(rd/hs/zt)