Mamosteyên Kobanê Viyan Amara bibîranîn

12:38

JINHA

KOBANÊ- Mamosteyên Kobanê bi boneya salvegera mirina mamoste Viyan Amara meşek girseyî lidarxisitn.

Tevahî mamosteyên Kobanê ji bo bîranîna mamoste Viyan Amara meşek girseyî lidarxistin. Meş ji ber deriyê Peymangeha Şehîd Viyan Amara heya goristana Kobanê domand. Viyan Amara û pakrewan Rûstem Kobanê ku di 25'ê tîrmeha 2013'an de li gundê Kedalê jiyana xwe jidest dabûn, di 3. salvegera xwe de hatin bibîranîn. Mamoste Cîhan Hesen bi boneyê bîranînê li goristanê axaftinek pêk anî. Cîhanê bal kişand ser berxwedaniya Viyan Amara û wiha got: "Viyan Amara xwedî ruhekî berxwedêr bû. Pir ji karê xwe hez dikir. Erka me tevahî mamosteyan ew e ku em xwedî li keda şehîd Viyan derkevine. Ji bo wê îro em hemû jî li vir kom bûne."

Meş bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bidawî bû.

(bs/hs/rc)