Ji ber tindiya ser girtîgehan nivîsî di derbarê wê de lêpirsîn dan despêkirin

12:44

JINHA

WAN – Nûçegihana me Vildan Atmaca ji ber nûçeyên dema ku di Girtîgeha Tîpa M ya Wanê de bûye çêkirî doz lê hat vekirin. Bi idiaya “girtîgeh reş kiriye” Vildan li Qereqola Navenda Erdîşê îfade da.

Nûçegihana me Vildan Atmaca dema ku di 13’ê mijdara sala 2015’an de nûçe dişopand hat binçavkirin, di 14 mijdarê de jî girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M ya Wanê. Di pêvajoya Vildan di girtîgehê debûye bi hinceta “nûçeyên reş kirina girtîgehê çêkiriye” di derbarê wê de serlêdana suc kirine. Di pêvajoya girtîgehê de Vildan agahiyên dema nû hatî girtin gardiyanan xwestin ser wê “lêgerîna tazî” bikin ne pejirandî û jinên pirsgirêka regilbûnê dijiyan ji aliyê bijîşkên revîrê ve zordayina “testa ducaniyê” kirin û pirtûkên wê yên negirtî hindir nivisiye û daye bihîstin tê sucdarkirin.

'Min got ezê agahiyan bidim raya giştî'

Vildan a ku bi fermana ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Erdişê ve hatî şandin îfada wê hatî girtin diyar kir ku berî “lêgera tazî” ew di gelek legerînên tenduristiyê re derbasbuye û got: “Paşê gardiyanan ez birim odeyekê û diyar kirin ku dê lêgerîna tazî bikin. Li gel min da zanîn ku di bedena min de darb nîne jî zor da min ku lêgera tazî bikin. Dema min nepejirand diyar kirin ku dê nîşe bigirin. Min jî da zanîn ku ya dikin nerasete, ezê jî van kirinên we bidim raya giştî.”

'Ser jinên girtî zora testa ducaniyê dikin'

Vildan destnîşan kir ku di 48 rojên girtî de li qawuşa siyasiyan gelek tundî dîtiye û wiha berdewam kir: “Min bi xwe ew tindî jiyan kir û şahidiya wan kir. Jinên adetên wan bê duzen, dermanên ku nedixwestin didanê. Li gel wê jî zor didan jinên girtî ser wan testa ducaniyê bikin. Ez bi xwe bum şahidê vê rewşê. Dema ku min ser vê rewşê nuçe çêkir mudurê girtîgehê hat bi me re hevditin kir. Di aliyê dermanan de diyar kirin ku dê di dosyên wan de şaşiyên heyî duz bikin.”

Her wiha di derbarê Vildan û hemu girtiyên jinên siyasî de vekirina lêpirsînê balê dikişîne.

Vildan bilêvkir ku pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pirtûkên romanê nadinan hindir weke hincet “aramiya hindirê girtîgehê xiradike” nişandidan.

Vildan di îfada xwe de destnîşan kir ku ew ji gardiyanên jin ên ku lêgera tazî ser wê ferzdikirin gilî dike.

(zt)