‘Heya bi Îmraliyê re hevdîtin neyê kirin gumanên me bi dawî nabe’

14:00

JINHA

MÊRDÎN – Piştî hewldanên darbeyê gumanên bi rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetir bûn û Dayikên Aştiyê jî xwestin ku bi lezgînî hevdîtin pêk werin.

Piştî hewldana darbeyê û îlan kirina Rewşê Awerte (OHAL) tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir bû. Parêzer û malbatan ji bo rewşa Rêberên PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaza hevdîtinê kiribû ev daxwaz jî hat redkirin. Li gelek bajarên Tirkiyê ji bo astengkirina tecrîdê çalakî hatin li darxistin. Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê dexwaz kirin ku parêzer û malbat bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne û ev tişt gotin, “Bêyî Abdullah Ocalan aştî û demokrasî pêk nayê."

‘Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin'

Gazalî Yuksek diyar kir ku ew dixwazin ku bi aweyek lezgîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk werin û wiha got: “Divê heyetek lezgîn here Îmraliyê û rewşê Abdullah Ocalan hîn bibe. Em nêzî 2 sal ji Rêbertî agahî nagirin. Em rewşê Rêbertî meraq dikin. Bila bi lez parlementer û parêzer herin hevtîtin pêk bînin. Bêyî Abdullah Ocalan aştî û demokrasî ne mumkinê. Em azadiya Rêbertî dixwazin. Ji bo ku dewlet ji nêrînên Rêber ditirse hevdîtinan asteng dike. Abdullah Ocalan berî niha gotibû ku dê darbe çêbibê û bû jî. Ji bo vê em dixwazin Rêbertî azad bibe.”

'Şêva ku darbe pêk hat em ji rewşa Rêbertî bi gumanbûn'

Seyro Yilmaz jî diyar kir ku şeva hewldana darbeyê pêşî Abdullah Ocalan hatiye bîra wê û wiha berdewam kir: “Em dixwazin bi lezgînî heyetek here Îmraliyê. Em pêşî dixwazin tunduristiyê Rêbertiyê xwe hînbibin. Dema ku hevdîtin ligel rêbertî pêk neyê aştî û demokrastî jî pêk nayê. Di pêvajoya hevdîtinê de mirin nînbû û her kes di nava aştî û aramî de jiyan dikir. Dema hevdîtin hatin qutkirin mirin û şer destpêkir.”

'Em tecrîta li ser Rêbertî qabûl nakin’

Gulê Taş jî bilêv kir ku ji hinga ku hatiyê dinê li Kurdistanê OHAL berdewame û got, “Em dixwazin bi Rêbertî re hevdîtin bên kirin û êdî aştî çêbibê. Bila reşê awerte bi dawî bibe. Ji dema em hatine dinê li Kurdistanê rewşa awerte berdewam dike. Bila êdî di navbera Kurd û Tirkan de aştî çêbibe."

'Em dixwazin rewşa tunduristiyê Rêbertî hîn bibin’

Di dawî de Şerîfe Kavrî da zanî ku ew ji bo rewşê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gumane û wiha dom kir: “Dewlet hevdîtinê astengdike. Bila Rêbertî bi malbat û parêzerên xwe re hevtdîtin pêk bine. Ev çend sale ku bi Rêbertî re hevdîtin nayên kirin. Abdullah Ocalan darbe û şer naxweze hertim aştî û wekheviyê diparêze."

(ea-ce/dt/rc)