'Ozgur Gundem ya gel e'

14:11

JINHA

STENBOL - Nobeta kampanyaya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" a bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê, rojnameger Hulya Îmak dewr girt. Hulyayê anî ziman ku kesên derbareyê girtina rojnameyê de lêpirsînê vedikin û dixwazin wê bigirin dê rojekê hewcedarê Ozgur Gundemê bibin û wiha got, "Me dît ku bê pêdiviya her kesî çiqas bi çapemeniyeke azad heye. A rast zaf pêdiviya wan bi vê rojnameyê heye."

Nobeta ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin didome. Pêşkeşvana TV 10'ê Hulya Îmak ya ku nobeta îroyîn dewr girt, beşdarî civîna roveja rojnameyê bû û derbareyê manşetan de pêşniyarên xwe dan der.

Hulyayê diyar kir ku ew ji gerînendetiya weşan giştî ya bo rojnameyê wirdetir wek piştevaniya xwendevanekî rojanmeyê hatiye û wiha got, "Lewra ez beriya her tiştî xwendevanekî Ozgur Gundemê me." Hulyayê anî ziman ku ew ji zûve ye rojnameyê dişopîne û wiha axivî, "Lewra min dizanibû dê rojnameyên din me nenivîsin, lê dê Ozgur Gundem her dengê me be. Muheqeq dê her dengê bindestan binivîsîne û vê hewldana xwe bidomîne."

Pêdiviya her kesî pê heye

Hulyayê da zanîn ku kesên derbareyê girtina rojnameyê de lêpirsînê vedikin û dixwazin wê bigirin dê rojekê hewcedarê Ozgur Gundemê bibin û wiha got, "Me mînakeke vê di şeva derbeyê de dît. Me dît ku bê pêdiviya her kesî çiqas bi çapemeniyeke azad heye. A rast zaf pêdiviya wan bi vê rojnameyê heye."

Her wiha Hulyayê got, "Em di di her şert û mercî de xwedî li rojnameya xwe derbikevin. Ozgur Gundem ya gel e" û bo xwedîlêderketinê bang li her kesî kir.

(ck/rc)