Li 4 navçeyên Rihaye 'Nobeta Azadiye' dest pê dike

15:23

JINHA

RIHA - Li gelek bajaran nobeta "Azadiya Ji Bo Ocalan" a ku arasteyî rewşa Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan hatibû destpêkirin, li navenda Rihayê û 4 navçeyên wê jî tê destpêkirin.

Piştî hewldana derbeyê arasteyî rewşa Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan de her diçe şik û guman zêde dibin. Li ser vê li gel hemû hewldanên malbat û parêzerên Abdullah Ocalan jî bi tu awayî serîlêdanên hevdîtinê nayên qebûlkirin û bo vê li gelek bajaran çalkiyên nobetî hatin destpêkirin. Ev çalakî li Riha û 4 navçeyên wê jî tên destpêkirin. Bi pêşengiya rêxistina bajêr a DBP'ê û bi piştevaniya HDP'ê dê saet di navbera 20.00-24.00'an de bi dirûşmeya 'Bila tecrîda arasteyî Ocalan bi dawî bibe, azadiya wî pêk bê' li ber avahiya HDP'a Eyyûbiyeyê, li Parka Antînê ya Wêranşarê, li Qada cumhûriyetê ya Pirsûsê, li Parka Azadî ya 4'ê Nîsanê ya Xelfetiyê û li ber Şaredariya Hewagê nobet bên girtin û hat diyarkirin ku heta ev rewş bi encam bibe dê çalakî bidomin.

(kom/rc)