Têkela KJA ya İzmîrê diçe kongreyê

15:24

JINHA

İZMİR- Koordinasyona Navenda KJA ya İzmîrê girêdayî kongra xwe ya awarte daxuyanî dan û gotin: “Emê weke KJA daxwaza xwe ya azadiya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bilind bikin.”

Kordinasyona Navenda Kongreya Jinên Azad (KJA) a İzmîrê dê bi diruşma “Emê azadiya Rêberê xwe bi rêveberên xwecihî tacîdar bikin” 1. Kongra xwe ya awarte li Navenda Çanda Mezopotamiyayê lidarbixin. Beriya kongrê dibiniya Komeleya KJA ya İzmirê de daxuyanî dan çapemiyê. Ser navê KJA ya İzmirê Reyhan Kumlu daxuyanî xwend û wiha got: “Em di pêvajoyek a ku têde tindiya civakî, şidet, tacîz û tecawîza ser jinan zêdebûye re derbas dibin.”

‘Bilindkirina têkoşîna jinan peyîwirek dîrokiye’

Reyhan da zanîn ku bi salane darbe despêkê ser girtîgehan didin meşandin û wiha domand: “Di darbeya 15’ê Tîrmehê de cardin despêkê tindî ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Emê weke KJA daxwaza xwe ya azadiya Rêberê xwe li her derê biqêrin. Ji bo wê jî bilindkirina têkoşîna jinan peyîwirek dîrokiye li pêşiya me. Em hemû jinan vedixwinin kongra xwe ya 30’ê Tîrmehê.”

(zt)