Jinên bajarê Hesekê tecrîd şermezar kirin

15:25

JINHA

HESEKÊ- Jinên ku di komîn û meclisan de cihê xwe digirin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Endamên komîteya perwerdê yên komîn û meclisên jinan li Komîngeha Şehîd Felek ya bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Komîteya Perwerdê ya Kongra Star Nalîn Sibhî Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Bi navê komîteya perwerdeyê ya komîn û meclisên bajarê Hesekê, em tecrîda ku li ser Rêbertî tê kirin, bi tundî şermezar dikin. Bi tecrîdê dixwazin ku serkeftinên li Rojhilata Navîn bi taybet li Rojava û Başûrê Kuristanê tê bidestxistin vîna gel bi rêbertiya wî re qut bikin, lê ev pîlanên qirêj yên li dijî Rêber Apo û dijî vîna gel û serkeftinên QSD'ê ku bi dest dixîne ji hêla gel vala hatin derxistin. Em bi ruhê qehremaniya şoreşa 19'ê Tîrmehê û pêşengtiya jina kurd azadiya Rêberê gelê kurd Abdulla Ocalan dixwazin. Daxwaza me ji raya giştî ew e ku rê li ber hevdîtinên bi Rêber Apo re bê vekirine."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" bidawî bû.

(kom/rc)