Li Îranê nabe jin piskeletê siwar bibe!
16:50
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê her Sêşem rojek sembolîk e ji bo bikaranîna piskelêt (du çerxe)’yê ji bo ku xweza paqij bimîne. Polîsê Merîwanê di vê rojê de pêşî li çalakvanan girt û got: “Ajotina pîskelêtê ji bo jinan herame.’
Li gorî nûçeyê ROJNEWS'ê di çarçoveya çalakiyên ji bo parastina xwezayê de her rojên Sêşemê li seranserî Îranê xelk bi piskelêtan çûn û hatinê dikin. Ev roj di heman demê de wek roja bê maşîn jî tê naskirin. Rojhilatê Kurdistanê li seranserî Îranê herî zêde elaqeyek mezin ji vê çalakiyê re nîşan didin. Bi taybet bajarê Merîwanê bi kampanya ‘Sêşemên bê maşîn’ tevlî vê çalakiya parastina xwezayê dibe. Îro Sêşemê dîsa komek ji werzîşkar û xelkên Merîwanê di roja ‘Sêşema bê maşîn’ de li piskelêtên xwe siwar bûn û ber bi ava Zirêbar ve çûn. Lê belê polîsan pêşiya çend komên jin û mêr girtin û îdia kirin ku nabe jin di cihên giştî de pîskelêtê bajon û herame!
Hêjayî gotinê ye ku çend roj in fermandarê polîsên Merîwanê hatiye guhertin û zextên di qadên civakî de li ser welatiyan hîn zêdetir bûne.
(rc)