Li Wanê hember êrîşan çalakî

17:01

JINHA

WAN - Li Wanê piştî pevçûnê leşkerek hat kuştin şerê li taxê berdewam dike, piştî avahiyên welatiyan bi maşînên zirxî hat dorpêçkirin, bertekên welatiyan zêde bûn û welatî derketin kolanan.

Piştî li kuçeya Bayirli ya taxa Xaçortê ya Wanê şer derket, di şer de leşkerek hat kuştin, 2 jê tîmên taybet, 2 jê leşker 4 hêzên tirk birîndar bûn. Şerê li taxê berdewam dike û tax ji bi maşînên zirxî hat dorpêçkirin. Hat diyar kirin ku maşînên zirxî sewqî herêmê hatine kirin, li taxê dengên çekan bilind dibe.

Welatiyên ku malên wan bi maşînên zirxî hatin dorpêçkirin, bertekên xwe dan nîşan û kuçeyên taxê dagirtin.

Gelê li kuçeya Hasarê bi tilîlî û çepikan dest bi meşê kir, bang li hilbijêrên HDP'ê kirin ku biçin taxê.

(kom/rc)