Nûçegihanên JINHA û DÎHA yê serbest hatin berdan
18:51
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeyê Nisêbînê piştî 'qedexeyê derketinê' bi aweyek qismî hat rakirin, li navçeyê nûçegihanên me Esra Aydin û Ceylan Eraslan ligel nûçegihanên DÎHA'yê Selamî Aslan û Siddik Damar hatin binçav kirin, piştî venêrîna GBT ê serbest berdan.
Li navçeyê Nisêbîna Mêrdînê ku ji 14'ê Adarê û pêve 'qedexeyê derketinê' lê dewam dikir, ji duh û pêve li 10 taxan qedexe bi aweyek qismî rabû. Piştî rabûna qedexeyê nûçegihanên ku xwestin heyetê bişopînin hatin binçav kirin. Nûçegihanên me Esra Aydin û Ceylan Eraslan û nûçegihanên DÎHA'yê Selamî Aslan û Siddik Damar gava ku nûçe dişopandin ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçav kirin. Hêzên dewletê bêy ku hincetek nîşan bidin nûçegihanan li wesayîtê zirxî siwar kirin û birin Emniyeta Mudiriyeta Nisêbînê piştî venêrîna GBT ê serbest berdan.
(zt)