Li Xaçorta Wanê Tahîr Çaylakê 75 salî qetilkirin

18:55

JINHA

WAN - Li Wanê piştî êrîşa ku leşkerek jiyana xwe ji dest da, hêzên dewletê tax dorpêç kirin û di vê dorpêçê de Tahîr Çaylakê 75 salî hat qetil kirin.

Li Kuçeya Bayirli ya Taxa Xaçortê ya Wanê piştî êrîşa ku leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 tîmên taybet û 2 leşker birîndar bûn,tax ji hêla hêzên dewletê ve bi wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin û di vê dorpêçê de Tahîr Çaylakê 75 salî ji hêla hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Tahîr ê ku li kuçeya Çûlhaciyê hat qetilkirin, cenazeyê wî li nêv kuçeyê tê rawestandin, destur nayê dayîn ku ambulansan têkevin taxê.

(zt)