‘Em ji bo azadiya Rêberê xwe li qadanin’
19:36
JINHA
AMED – Jinên KJA yê bi gotina "Em ji bo Rêberê xwe li qadanin " çalakî kirin gotin: “Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin divê di serî de tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan bê başkirin.”
Ji bo ku hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê kirin bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê li ber Ofis AZC Plaza yê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hevserokên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan, parlementerên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Nursel Aydogan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, TUHAD-DER û TUHAD-FED jî di navê de gelek jin beşdarbûn. Jinan pankarta “Bi jina azad em ber bi Rêbertiya azad ve dimeşin” û “Ji bo azadiya Rêberê xwe em li qadanin” rakirin û dem dem diruşmên weke “Bijî Serok Apo” bilind kirin. Ser navê jinan ji Kordinasyona KJA yê Halime Işikçi daxuyani xwend û got: “Divê em bizanin ku bi derxistina zagona OHAL ê re em ber bi demek tarî ve diçin. Divê demil dest dawi li sepandinên OHAL ê binin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin divê despêkê tenduristî û ewlehiya Birêz Abdullah Ocalan bê başkirin.”
(zt)