ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Meclisa Leşkerî a Minbic di Operasyona Fermandar Feysel Ebû Leyla de gelek gundewarên Minbicê û sivîlên wê herêmê rizgar kirin. Yek ji jinên ku ji hovîtiyê DAIŞ'ê rizgar bûye Behiye Şêxo ye. Behiye qala hemleyê şervanan kir û wiha got, "Em bi hêvî ne ku tucaran dûrî me neçin û her dem me ji çeteyên DAÎŞ'ê biparêzin. Hêviya me tenê ew in. Ji ber ku tenê wan dikarîbû me ji hovîtiya çeteyan rizgar bikin."
*Endam û Rêveberên jin ên ku perwerde dîtine, têkildarê girîngiya perwerdê nirxandin kirin. Jinan gotin, "Perwerde bingehê avakirina civakeke exlaqî û polîtîke. Ji bo jiyanek azad û wekhev pêdivî bi perwerdê heye."
*Zarokên Erdîşê bi hatina germa havînê re, xwe davêjin cokên avê û hewl didin canê xwe hênik bikin.
*Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya diya kir ku li Îranê tevî zextan jin ji bo mafê xwe biparêzin berxwe didin û got: “Jinên Îranê di nava lêgerîna azadiyê de ne. Jin têkoşîna xwe bi her alî dimeşînin.”
*Ji Mala Cemê ya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal ya Amedê Nurşen Akbal diyar kir ku êrîşên piştî hewldana darbeyê li dijî Elewiyan pêk hatine hilberîna zîhniyet aji dîrokê heta îro hatiye û bang kir ku divê Kurd û Elewî li dijî êrîşan bi hev re têbikoşin.
*Piştî civîna MGK’ê serokkomar Tayyîp Erdogan OHAL aşkera kir û li dijî vê bertek zêde bûn. Hunermend Zeynep Tanbay jî bertek nîşan da û got OHAL tenê bandorê li ser gelê Kurd dike û got: “bajarê Tirkiyeyê wê darbeyê qet ferq nekin. Rojhilatê Firatê ev salek OHAL tê jiyîn. Ew ji xwe di bin cuntayeke bi xof de dijîn.”
*Di salên 90’î de dewletê li gelek gundên Kurdistanê polîtîkayên koçberkirinê xistin dewrê û di heman demê de jî gund hatin şewitandin û xirakirin. Yek ji van gundan ku polîtîkayên dewletê pêşketin, gundê Kerxê ya giredayî navçeya Bismila Amedêye. Me bihîst ku wek çîroka her malekî, çîroka her darek jî heye.
*Geverî piştî rabûna qedexeyê vegeriyan xaniyên xwe yên hilweşayî ditin, ew jî têr nake xaniyên wan xira dikin û cihê xaniyan jî kêm hesab dikin. Li hemberî rewşê jina bi navê Şukriye Îrçîn diyar kir ku wan ji bo xaniyê xwe daxwazname daye lê kes bersiva wan nade.
*Jina bi navê Sebehat Bîçer bi hûnera destê xwe giyan dide hesincawên avêtî û bala her kesî dikişe ser keda xwe ya xwezayî. Sebehat daxuyand ku jin afinêr e dema derfet ji bo wan bê dayîn tiştên mezin dikarin bikin.