'Divê Kurd û Elewî li dijî êrîşan bi hev re têbikoşin’
09:01
JINHA
AMED – Ji Mala Cemê ya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal ya Amedê Nurşen Akbal diyar kir ku êrîşên piştî hewldana darbeyê li dijî Elewiyan pêk hatine hilberîna zîhniyet aji dîrokê heta îro hatiye û bang kir ku divê Kurd û Elewî li dijî êrîşan bi hev re têbikoşin.
Piştî hewldana darbeyê li ser banga serokkomar û serokwezîr komên daketin kolanan, li taxên Kurd û Elewiyan êrîş pêk anîn. Li taxa Gazî ya Stenbolê koma çekdar êrîş pêk anî û piştî vê li Meletî û taxên Armutlu û Sumerler ya Hatayê jî hewldanên provakasyonê pêk hatin. Welatiyên Elewî diyar kir ku ew li dijî êrîşên heyî wê parastina xwe ya cewherî pêk bînin. Li gundê Teroler ya navçeya Dulkadîr a Mereşê jî li dijÎ çêkirina kampa AFAD’ê gel dest bi nobetê kiribû. Gel diyar kiribû wê çeteyên DAIŞ’ê li vir bi cih bikin û asîmîlasyon tê armanckirin.
'Me serî li dijî êrîşan netewand’
Mala Cemê ya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal ya Amedê Nurşen Akbal diyar kir k udi her bûyerên li Tirkiyeyê pêk tê de Elewî gunehkar tên dîtin û rastî êrîşan tên. Nurşenê got ew li dijî zextan berxwe didin û wê berxwedana xwe bidomînin. Nurşenê li lêv kir ku ol tê bikaranîn û li dijî Elewiyan êrîş pêk tên û got berê jî Elewî bi komkujiyan re rû bir û mane. Nurşenê got: “Lê me ti carî serî li dijî van êrîşan netewand.Emê netewînin jî. Em piştî van êrîşan li bende biryara saziyên xwe ne.”
'Daxwazên Elewiyan ti car neanîn cih’
Nurşenê balkişand ser avakirina kampa DAIŞ’ê ya ji aliyê hikûmetê ve û got: “Ev 3-4 sale li Sûriyeyê şer tê jiyîn. Lê enkaza vê şerî Tirkiye dijî. Bi salane daxwazên gelê Elewî hene. Lê yek ji van jî nehatin cih. Daxwaza herî sereke jî ev bû ku malê cemê wek îbadetxane bê qebûlkirin. Dîsa rakirina dersên olî bû.em her tim bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû ne.”
'Di bin navê dij darbeyê êrîşê Elewiyan kirin’
Nurşenê di berdewamiyê de diyar kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê şûnde di bin navê dij darbeyê de êrîşê elewiyan kirine. Nurşenê wiha got: “Her tişt li ber çavê dewletê têkirin. Zîhniyeta faşîzan a li dijî Elewiyan neguherî . berê derî nîşan dikin û teşîr dikirin. Îro tiştên xerabtir dikin. dixwazin Elewiyan bidin koçberkirin û asîmîlasyon bikin. Emê bi biryara navenda giştî bi çalakiyên xwe li dijî van bêdeng nemînin. Ez banga hestiyariyê li gel welatiyên Elewî dikim.”
(mm-be/hu)