'Perwerde bingeha civakeka exlaqî û polîtîk avadike'
09:02
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Endam û Rêveberên jin ên ku perwerde dîtine, têkildarê girîngiya perwerdê nirxandin kirin. Jinan gotin, "Perwerde bingehê avakirina civakeke exlaqî û polîtîke. Ji bo jiyanek azad û wekhev pêdivî bi perwerdê heye."
Bingehê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê perwerde ye. Li Rojavayê Kurdistanê Akademiyên perwerdê bi armanca ji nûde înşakirina jiyanek azad û demokratîk hatin avakirin û jin, ciwan û mêr perwerde di akademiyan de dibînin. Li bajarê Til Temir yê Kantona Cizîrê jî Akademiya Zanist û Ramanê ji bo gel perwerdeyan dide. Endam û rêveberên jin ên komînan jî li vê Akademiyê perwerde dîtine. Jinên ku tevlî perwerdê bûyîn jî derbarê giringiya perwerdê de nirxandin kirin.
'Bê perwerde em nikarin pêşerojeke serkeftî biafirînin'
Rêvebera Komîna Şehîd Viyan a taxa Hemra a bajarê Til Temir Semîra Şukrî diyar kir ku ji bo xwenaskirinê û famkirina dîroka xwe tevlî perwerdeyê bûye û wiha got, "Perwerde bingehekî giring e ji bo pêşxistina mirov di hemû hêlan de. Hemû endaman bi ruhê hevaltiyê ev perwerde dîtin. Giringiya perwerdê ew e ku mirov xwe nas bike û rastiya xwe fam bike. Jinan jî di encama sîstemên desthilatdar de rastiya mafê xwe winda kiribûn û çanda wê hatibû helandin. Lê di perwerdeyê de me rastiya gelek tiştan fam kir. Rastiya sîstema ku dixwaze tevahî jinan bike kole û wan tenê di malê de bihêle jî ji me re hate zelalkirin. Ji bo ku em van hemû astengiyan derbas bikin divê em perwerdê esas bigirn. Bi perwerdeyê em ê dîroka veşartî fam bikin û rastiya gelek tiştan nas bikin. Dema ku em perwerdeya xwe bi dawî bikin em ê dakevin nava civakê û bi taybet nava jinan. Em ê hemû agahiyên ku me ji vê perwerdyê girtine bi wan re jî parve bikin. Ez hêvî dikim ku tevahî civak cihê xwe di perwerdeyan de bigire. Bê perwerde em nikarin pêşerojeke serkeftî jî biafirînin. Ji bo wê divê em hewldanên xwe yên zanînê hîn bêhtir xurt bikin û derdora xwe jî zana bikin."
'Em ê rastiya dîroka veşartî ji tarîtiyê derxin ronahiyê'
Endama Komeleya Hevgirtinê Medya Îsa jî derbarê giringiya perwerdeyê de wiha nerînên xwe anî ziman: "Perwerde bi xwe re civakeke exlaq û polîtîk, jiyaneke azad û wekhev dide avakirin. Perwerde şiyarbûn û naskirin e. Min rastiya gelek tiştan di vê perwerdeyê de nas kir, min fam kir ku jin ne kêmî zilam e. Jin jî xwedî vîn û hêz e, ji bo ku jin van hemû taybetiyên ku jê hatiye dizîn fam bike divê tevlîbûna xwe ji perwerdeyan re jî bide çêkirin. Piştî ku perwerdeya me bidawî bibe, em ê hewl bidin ku di nava gel de van agahiyan belav bikin û rastiya dîrokê ya ku bi hezarê salan hatiye veşartin ji tarîtiyê derxin ronahiyê. Êdî armanca me ew e ku em bi fikrekî azad civakeke azad ava bikin."
(hs/rc)