‘Li Îranê tevî zextan jin berxwe didin’
09:04
Asya Tekin/JINHA
SILÊMANÎ – Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya diya kir ku li Îranê tevî zextan jin ji bo mafê xwe biparêzin berxwe didin û got: “Jinên Îranê di nava lêgerîna azadiyê de ne. Jin têkoşîna xwe bi her alî dimeşînin.”
Hevseroka Komelgeha Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zîlan Tanya bandora şerê li Rojhilata Navîn ya tê jiyîn a li ser gel û zextên li ser jinên Îranê ji ajansa me re vegot. Zîlanê anî ziman ku Şerê li Rojhilata Navîn tê jiyîn bandor li ser siyaseta Îranê û Rojhilata Kurdistanê dike û ev tişt anîn ziman: “Li Îranê ji pirsgirêkên ku li bende çareseriyê ne, yek jê pirsgirêka jinê ye. Rejîma Îranê rejîmeke zextxwire. Rejîma Îranê xwe wek zîhniyeta serdest ya mêr ava kiriye. Ev pergal jî hêz û îradeya jinê red dike. Li ser jinan hemû îradeya kêmaran tine tê hesibandin û siyaseta navendî tê meşandin. Li Îran û Rojhilata navîn jin hatine çewisandin. Li dijî jinan siyastek taybet tê pêşxistin. Dewlet zîhniyeta xwe vedişêre û civakê dike yek tîp.”
'Jin bi zextên dewletê re rû bi rû ne’
Zîlanê diyar kir ku li Îranê tevî zextan jin mafên xwe diparêzin û têkoşînê dimeşînin û ev tişt anîn ziman: “Ji ber vê jî jin her tim bi zextên dewletê re tê rû hev. Dewlet jina ku têdikoşe digire û kezzabê davêje ser wan. Jinên Kurdistana Îranê din ava lêgerîna azadiyê de ne. Jin bi her alî têkoşînê dimeşînin. Bi taybet jinên Kurd, Ereb û Fat, jinên ji gel û netewên din bi awayekî aktîf beşdarî siyasetê dibin û bi hêza xwe îradeya xwe derdixin holê.”
'Tecrubeya têkoşîna Kurdan gihiştine jinên Îranê’
Zîlanê bi lêv kir ku berxwedana YPJ’ê ya di şerê Kobanê de derketiye holê nasnameya berxwedana jinê derxistiye holê û wiha berdewam kir: “Li Kobanê derket holê ku divê jin çawa têbikoşin. Jinên Fars, Ereb û Azarî jî îradeya têkoşînê derxistin holê. Em li ser vê xebatan dimeşînin. Tevî hemû serdestan divê em xwe bigihînin van jinan û tedbîrên me yên li dijî astengiyan hene. Têkoşîna gelê Kurd gihiştine hemû jinên Îranê. Divê êdî pêngavên pratîk bê avêtin. Em bi gelek aliyan re diyalogê pêş dixînin. Emê di rojên pêş de vê bixînin pratîkê.”
'Darvekirina encama nêzîkatiya dûrûtiya Îranê ye’
Zîlanê destnîşan kir ku Îran xwe wek dûrû dimeşîne û got: “Îran pergala xwe wek pergalek demokratîk dide nasîn. Ji ber pergalek wisa tine siyaseta demokratîk li Îranê pêş nakeve. Ligel vê îradeya civakê dişikîne. Îtîraza civakê li diJî xwe dibîne. Daxwaza guherînê ya gle heye û em jî li gorî vê daxwazê nêz dibin. Bi awayekî veşarî darvekirin tên meşandin. Di nava ciwan û jinan de bikaranîna tiryak zêde dibe. Darvekirin jî encama polîtîkaya Îranê ya dûrû ye.”
(hu)