'Hêviyê me tenê Meclisa Leşkerî a Minbicê ye'
09:06
Zehîde Ehmed/JINHA
MINBIC- Meclisa Leşkerî a Minbic di Operasyona Fermandar Feysel Ebû Leyla de gelek gundewarên Minbicê û sivîlên wê herêmê rizgar kirin. Yek ji jinên ku ji hovîtiyê DAIŞ'ê rizgar bûye Behiye Şêxo ye. Behiye qala hemleyê şervanan kir û wiha got, "Em bi hêvî ne ku tucaran dûrî me neçin û her dem me ji çeteyên DAÎŞ'ê biparêzin. Hêviya me tenê ew in. Ji ber ku tenê wan dikarîbû me ji hovîtiya çeteyan rizgar bikin."
Li hember hovîtî û dagirkeriyê çeteyên DAIŞ'ê di 1'ê Hezîrana 2016'an de Meclîsa Leşkerî a Minbicê hemleyê bi navê Fermandar Feysal Ebû Leyla da dest pêkirin. Di encamê hemleyê şervanên Minbicê de gelek gundewar û sivîl hatin rizgar kirin. Yek ji jinên ku kariye xwe ji hovîtiya çeteyên rizgar bike û xwe bighîne herêmên azad Behiye Şêxo ye. Behiye yê qala rojên dagirkeriya DAÎŞ'ê kir û wiha got, " Çeteyên DAÎŞ'ê di dema dagirkeriya xwe de nedihiştin em ji malê xwe derkevin. Mêran bi zorê ji malê dibirin û îşkence li hember zarokan pêk tanîn. Ji ber tirsê kes dernediket derve. Gava ez ji mal biçûma bazarê jî min çerçev tevahî rûyê xwe digirt û bi hevjînê xwe re diçûm. Me bi lez pêwîstiyên xwe pêk tanî. Eger destê me yan jî çavê me xuya bikirina, çeteyan em digirtin û waneyên şerîetê didan me. Ji me re digotin hun kafirin ji ber ku hun van cilan li xwe dikin."
'Cudahiyek pir mezin di navbera çeteyan û şervanên Minbicê de heye'
Behiye yê bal kişand ser berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicê û wiha dewam kir, "Cudahiyek pir mezin di navbera çeteyên DAÎŞ û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de heye. Em û şervanan bi hev re nîqaşan dikin. Em wekî malekê bi hev re didin û distînin. Li vir jiyanek hevpar heye. Lê çete ne wisa bûn. Çeteyan her tişt li ser me qedexe dikir. Bi navê îslamê her tiştên xirab dikirin. Çeteyan jin ji malan derdixistin û ji bo xwe dibirin. Tu kes nizane çi ji wan jinan dikirin, her çend rojan yek dibirin û piştî wê vedigerandin."
'Hêviya me tenê Meclisa Leşkerî a Minbicê ye'
Behiye yê di dawiyê de berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicê silav kir û wiha dawî li gotina xwe anî, "Em bi hêvî ne ku tucaran dûrî me neçin û her dem me ji çeteyên DAÎŞ'ê biparêzin. Hêviya me tenê ew in. Ji ber ku tenê wan dikarîbû me ji hovîtiya çeteyan rizgar bikin."
(hs/rc)