Zeynep Tanbay: AKP’ê di hewldana darbeyê ji xwe re par derxist
09:07
Rojda Oguz / JINHA
STENBOL- Piştî civîna MGK’ê serokkomar Tayyîp Erdogan OHAL aşkera kir û li dijî vê bertek zêde bûn. Hunermend Zeynep Tanbay jî bertek nîşan da û got OHAL tenê bandorê li ser gelê Kurd dike û got: “bajarê Tirkiyeyê wê darbeyê qet ferq nekin. Rojhilatê Firatê ev salek OHAL tê jiyîn. Ew ji xwe di bin cuntayeke bi xof de dijîn.”
Hunermend Zeynep Tanbayê jî balkişand ser OHAL’ê û li ser encama OHAL’ê nêrînên xwe anî ziman. Zeynebê got: “Ezê li dijî zîhniyeta yek kesî, pergala serokatiyê û tevgerên dij demokratîk bisekinim. Her wiha OHAL wê dîsa herî zêde bandorê li Kurdistanê bike.”
‘OHAL wê tenê bandorê li ser rojhilatê Firatê bike’
Zeynebê balkişand ser gotinên Waliyê Sakaryayê Huseyîn Avnî Coş yên wekê ‘ger hewce be bila darvekirin bê derxistin’ û got: “Divê em gelê Tirkiyeyê li du beşan veqetînin. Yên Rojhilatê Firatê û Rojavayê Firatê. Li Rojavayê Firatê dikare bandorê li ser kesên wek min bike. Lê li ser kesekî li Stnebolê dijî nake. Kesên wir wê OHAL’ê qet ferq nekin. Li Rojhilatê Firatê ev saleke OHAL tê jiyîn. Ew di bin cuntayeke bi xofde ne. Gelek kesên li Tirkiyeyê dijîn darbeyê nizanin.”
‘Artêş her tim mafê darbeyê bi xwe re dibîne’
Zeynebê wiha berdewam kir: “Di nava artêşa komara Tirkiyeyê de her tim zîhniyeteke ku mafê darbeyê bixwe re dibîne heye. Ji ber ku artêş wisa gihaye.”
Zeynebê got artêşeke demokratîk jî tine û got: “Ev darbe saet di 16.00’an de hatiye hînkirin. Tevî ku evqas zû hatiye hînkirin, çima tedbîr nehatiye girtin. Heta saeta ku darbe çêbû, çi pêk hat? Gelo nekarîbû vê bide sekinandin. Gelo hikûmetê got ‘bila hinek xwe re bikin’. Mirov vê jî difirin.”
‘Yên li dijî darbeyê derketin deng ji OHAL’ê re dernexistin’
Zeynebê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî hewldana darbeyê gel li ser banga serokkomar daketin kolanan. Gelo wê gel heman refleksê li dijî encamên OHAL’ê nîşan bide? Bêguman na! Wê nîşan nedin û hikûmet wê biryarek wisa bigire.”
(hu)