‘Dewlet li Geverê avahiyan xira dike û qadên avahiyan kêm dinivîse’
09:10
JINHA
COLEMÊRG – Geverî piştî rabûna qedexeyê vegeriyan xaniyên xwe yên hilweşayî ditin, ew jî têr nake xaniyên wan xira dikin û cihê xaniyan jî kêm hesab dikin. Li hemberî rewşê jina bi navê Şukriye Îrçîn diyar kir ku wan ji bo xaniyê xwe daxwazname daye lê kes bersiva wan nade.
Piştî li navçeya Geverê rêveberiya cewherî hat îlankirin hêzên dewletê di 14’ê Adarê de “qedexeya derketina kolanan” îlan kir û Gever dorpêç kirin. Dema ku piştî 79 rojan qedexe hat rakirin welatî vedigerin ser axa xwe. Welatiyên li ber rewşa avahiyên hilweşandî û şewitandî matbûyî piştî wê rewşê jî biryara avahiyan xira kirinê derket. Avahiyên ji aliyê dewletê ve hatî xira kirin hatiye pîvan. Piştî pîvanê metrekareyên avahiyan hatiye kêm kirin û temenê çêkirina avahiyan jî mazin hatiye nivîsandin. Avahiya jina bi navê Şukriye Îrçîn jî pîvana wê kêm hatiye nivîsandin û temenê çêkirina avahiyê jî mazin hatiye nivîsandin. Şukriye diyar kir ku wê daxwazname ji bo avahiyên xwe daye lê kes ê bersiv nedaye.
‘Qadên avahiyên me kêm nivîsine’
Şukriye piştî hevserê wê jiyana xwe ji dest dayî ji bo zarokên xwe bûye dê û bav. Ew jî wek hemû welatiyên Geverê dema qedexê de koçber bû. Heya qedexeya derketina kolanan de zor û zehmetî kişandiye. Dema ku vegeriya li ser axa xwe wê dem ê jî li hember avahiyê hilweşayî sekiniye û dibêje: “Ez 6 zarokan xweyî dikim. Me serlêdan ji bo perê kîrayan da, lê mixabin ew jî hat red kirin. Em li vir di kîrayan de dijîn, lê perê kirayan nayê dayîn. Dewletê biryara avahiyan xira kirinê derxist. Avahiyên me jî xira kirin. Dema ku avahî xira kirin wê demê pîvana qada me kêm nivîsîn û emrê avahiyê jî mazin nivîsî. Em destnîşanan didin lê bersivê nadin me.”
‘Bila xêrxwaz destê xwe dirêjî me bikin’
Şukriye li ser rewşa xwe ya aboriyê jî wiha got: “Kes nîne ji aliyê aboriyê ve alîkar me bike. Kurê min yê astengdar heye. Kurê min jî di îskenceya dewletê de astengdarbûye. Em bang li hemû kurdên xêrxwaz dikin bila destê alîkariyê dirêjî me bikin. Ti hêviya kesê ji me ji dewletê nîne. Bila kurdên me birînên me derman bikin.”
(kom/zt)