‘Emê li hember êrîşan di kolanan de li ber xwe bidin’
09:29
JINHA
WAN – Li Taxa Hacî berkir hember êrîşan jinan dest bi berxwedanê kirin. Jinan diyar kirin ku heya êrîş hebin dê di kolanan de li ber xwe bidin.
Li Taxa Hacibekir a navçeya Rêya Armuşê ya Wanê hêzên dewletê piştî buyera leşkerek têde mir 2 polis û 2 leşker bi giştî 4 birîndarbûn de tax girtin bin dorpêçê. Jinên taxê jî li hember dorpêç û êrîşa hêzên dewletê dest bi berxwedanê kirin. Jinan tepsî, qoçxane û kefçî girtin û daketin kolanan berxwedan bilind kirin. Jina bi navê Nasli Aslan diyar kir ku li Kolana Hisar a heman taxê polisan welatî guldebarankirin û wiha got: “Tehdîdên weke ji pacan de li ber derî nenêrin, destê xwe bidin bin serê xwe û derkevin derve li me dikin. Welatiyên ku derdikevin jî darb dikin.”
‘Divê her kes van êrîşan şermezar bikin’
Nazli da zanîn ku li hember êrîşên dermirovî wan nekarî xwe di mal de bigirin daketin kolanan û wiha dom kir: “Ji ber ku di vê taxê de piranî welatparêz hene her roj polis taxê digirin bin dorpêçê. Em jinên taxê bang li hemû kurdan dikin li hemberî van êrîşan bibin yek û her kes van êrîşan şermezar bikin.”
‘Dixwazin DAIŞ’ê li taxên me bicîh bikin’
Delila Abi jî bilêvkir ku her roj polis taxa wan digirin bin dorpêçê, welatiyan ji malên wan derdixin û ser cadê didin dirêjkirin û wiha berdewam kir: “Em jin li hemberî van kirinan bê deng namînin. Êdî bese. Ji ber ku dewlet dixwaze di taxa me de çeteyên DAIŞ’ê bicîh bike ji bo wê wiha ser me de tên.”
‘Em ticarî dest ji nasnama xwe bernadin’
Sabiha Aslan jî anî ziman k udi nava salekê de sê care ser mala wan de digirin û wiha dom kir: “Ev cara sêyeme di vê salê de ser mala min de digirin. Her carê pacên me hemûyan dişikênin, zarokên min derdixin derve û darb dikin. Dema ku ser malê der girtin, hatin çek dan serê zaroka di dergoşê de û gotin: ‘Em carekdin bên emê vê zarokê bikujin.’ Li gorî wan zarokên di dergoşê de jî teroristin. Êdî bese emê ticarî dest ji kurdbuna xwe bernedin. Emê ji bo xwedî derketina li mal û kolanên xwe di berxwedanê debin.”
(htk-zt)