Li Qamişlo teqînek dijwar - HATE NÛKIRIN
10:18
JINHA
QAMIŞLO - Li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê teqînek mezin pêk hat. Hat diyar kirin ku ji ber teqînê hêjmarek mirî û birîndar hene.
Li bajarê Qamişlo îro saet derdora 09.25’an teqînek mezin li ser rêya Amûdê li hemberî Asayîşa Xerbî pêk hat. Li gorî şahidên bûyerê, kamyonek ku barkêşiya pez dike, lê vala bû û bombebarkirî bû, li ber noqteya asayîşê hat teqandin. Di teqîna dijwar de, gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene. Ji ber teqînê di avahiyên derdorê de ziyanek mezin çêbû. Ji ber dijwariya teqînê bermîlên mazotê yên li ber avahiyên welatiyan jî teqiyan.
Li cihê teqînê xebatên lêkolînê didomin. Kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li bajarê Qamişlo.
(gb/rc)