Encama rapora Hezexê: Zarok jî dar jî terorîstin

10:18

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Hezexê di pêvajoya qedexeya derketina derve de û piştî qedexe rabûn û vegeran destpê kir, li ser pêajoyên psîko-civakî ya zarok û jinan lêkolînek hat kirin û rapora lêkolînê hat weşandin. Di çarçoveya lêkolînê de şahidiya 609 jinên têkidarî 43 roj qedexeyê de axivîne, komkujî û hilweşîna dewletê careke din derdixe holê.

Ji aliyê Yekitîya Şaredariyên Herêma Başurêrojhilatê Anatolyayê (GABB), Şaredariya Şirnex û şaredariya Hezexê ve rapora ‘di pêvajoya qedexeya derketina derve de û piştî qedexe rabûn û vegeran destpê kir, lêkolîna li ser pêvajoyên psîko-civakî ya zarok û jinan’ hat weşandin.

Xebat ji aliyê şaredariya Şirnexê, şaredariya Hezexê, GABB û xebatkarên civaknas, psîkolog yên şardariyên endam û Hewldanda Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎGK), Meclîsa Azadiya jinê (KOM) ve hat meşandin. Di encama xebatên de badnora qedexeyê ya li ser jin û zarokan derket holê.

609 jinên hevdîtin pêş re hatin kirin: Travmayên giran afirand

Di pêvajoya qedexeyê de yek jê jin 9 jê zarok bi tevahî 23 sivîlî jiyana xwe ji dest dabûn û têkildarî kuştinên sivîl de ti lêpirsîn nehat destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de li Hezexê bi tevahî bi 609 jinî re hevdîtin hat kirin. Bi beşa zehmetiyên psîko-civakî ya lêkolînê de wiha hat gotin: “Di pêvajoya qedexeyê û piştî wê de hatiye dîtin ku travmayên mezin li ser jin û zarokan bûye.”

‘Ji bo me nebînin me tenê bincilkên xwe girtin û em derketin’

Di xebatê de wiha hat gotin: “Di pêvajoya qedexeyê yê de li Sîlopî û Cizîrê cenazeyên sîvîl bi rojan li kolanan man û bedena jinê û bincilkê jinê hat teşîrkirin. Vê rewşê fikar jî bixwe re anî û travmayên psîkolojîk yên giran afirand.” Jinan di vegotinên xwe de diyar kirin ku dema ji malê derketine ji bo hêzên dewletê wan nebînin bincilkê xwe girtine û derketine. Di dema travmayê de jî derket holê ku jin li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têdikoşin.

Di raporê de nêrînên jinan û her wiha jinên xizmên xwe winda kirine wiha ne:

Vegotinên jinên ku pê re hevdîtin hat kirin

* S.A: “Ez 6 mehî ducanî bûm. Wisa dengê çekan dihat, gaza îsotê davêtin. Rojekê dengê bombeyeke mezin hat. Ez pir tirsiyam, zarok ji ber min çû.Min bebeka xwe ya 6 mehî winda kir.

* F.T: “Em ji bo yên mirine re her roj digrîn. Polîs zilmê li me dikin. tehemulê zarokên me jî nakin. Zarokê min li şaneşînê nîşaneya serkeftinê dike. Polîsan wesayîta xwe da sekinandin û li ser zarokê min qêriyan. Dijûn kirin. Kurê min bi rev ket hundir. Ji wê rojê û şûnde kurê min dema polîs dibîne digirî.”

* H.Z: “Kuçikên polîsan êrîşê min û cînarê min kir. Ser û çavên me parçe kirin. Kesî mudaxale nekir. Dema qedexeyê em ji malê derketin, min hemû bincilkên xwe berhev kir û bi xwe re bir. Ji ber polîs dawiyê li der û beran belav nekin.”
* M.H: “Dema vegeriya mala xwe min dît ku leşker û polîsan mala min bikaranîne. Mala min gelek xerab bibû. Li ser nivînên min pîsî hebû. Bi lingên xwe yên ax pêlê her derê kiribûn. Gelo mala xwe wisa bikartînin?

* B.A: “Ev 30 sale em van dijîn. Me di 93’an de ev jiyan. Evqas ciwan mirin, ma ne gunehe? Zilmê l ime dikin. Bi şev saet di 2-3’an de derdikevin ser bana min û sirûdê lê didin. Em deriyê xwe digirin û rudînin. Pir zora me diçe. Em birçî jî bimînin, bimirin û bê mal jî bimînin xaka xwe terk nakin.

* H.S: “Dema em vegeriyan mala xwe li taxê dibistan nemabû. Me zarokên xwe şandin dibistaneke drur. Lê zarok di tariyê der derdikevin û ditirsin. Çend roj berê zarokan bombe wek pêlîstok dîtin û di destê wan de teqiya. Ji ber vê em bifikarin.

* N.T: “Em aştiyê dixwazin. Em dibêjin bila huzur hebe. Bandorek mezin li ser zarokên min bûn. Zarokê min yê 1 salî pir ditirse. Her tim digrî. Zarokê min yê 6 salî jî bi dengê çekan re binê xwe şil dike. Ji ber vê em di qedexeyê de çûn gund.”

* E.İ: “Piştî qedexeyê em hatim mala me wêran bibû. Hatibû wêrankirin. Em neçarî li baxçe arazan. Dewletê destur neda em kon jî vedin.”

* T.Y: “Piştî qedexe rabû em hatin Hezexê. Lê polîsan dîsa raste rast gule baran. Em 2-3 rojan man û dîsa derketi. Bi mirinê ev nabe. Bi vî awayî Kurd naqedin.”

Vegotinên jinên xizmên xwe winda kirine

Seve Varli dayika Ahmet Varli yê 15 salî: Roja qedexe hat em çû sûkê û hatin. Dema qedexe hat îlankirin me xwe avêt der. Zarokê min li Hezexê ma. Em çûn cem biraziyê hevjînê min. Dema qedexe çêbû me nekarî em bê zarokê xwe jî bigirin. Di roja 17 an jî 18’ê de me agahiya mirina Ahmet girt. Ahmet hîna 15 salî bû. Ti sûcê wî tinebû. Ji ber qedexeyê nekarî derkeve. Dema em hatin malê, mala me şewitandibûn.”

‘Dewletê hat keça min li ser xaka wê kuşt’

Guli Erarslan, di qeydên fermî de dayika Fatma Eraslana 13 saliya ye: Di qedexeyê de ez bi keça xwe û hevjînê xwe re li malê bû. keça min çibû mala xaltîka xwe. Diçû pola 7’an. Me digot li mala xaltîka xwe ye. Me telefon kir, got ne li vire. Em lê geriyan. Em di qedexeyê de 22 rojan li wir man. Kesên jib o cenazeyên xwe çibûn Mêrdînê li me geriyan û gotin bên cenaza keça xwe bigirin. Me bawer nekir. Me çû dît ku keça mine. Me cenaze li Cizîrê defin kir. Heta Hezex vebû em li wir man. Keça min 12 salÎ bû. 22 roj şûnde ket 13 saliya xwe. Keça min diçû dibistanê. Gelek jîr bû. Dewletê ew kuşt.em kirin penaber. Em ji malên me derxistin. Zarokên me kuştin. Zilm kirin. Hatin li ser xaka me zarokên me kuştin.”

‘Zarokên me jî darên me jî teroîstin!’

Fatma Metîn li gorî qeydên fermî dayika Mete Agirhan yê 15 saliye: Di 5’ê Adara 2002’an de hatibû dinê. Lê ji ber zû dest bi dibistanê bike min temenê wî mezin nivîsî. Em ji vir derketin û 20 rojan li Êlihê man. Pîra wî li Hezexê bû. got ezê li cem pîra xwe bimînim. Di qedexeyê de em derketin ew li vir ma. Me nedizanî ku hovîtiyek mezin ketiye cîhanê. Ji 7’ê heta 70’ê terorîst hatine îlankirin. Zarokê 2 salî jî, yê 6 mehî jî yê nehatiye dinê jî terorîst hatiye îlankirin. Dar, sewal, xanî yanî her tiştê me terorîstin. Tank û topa zarokên me tinebûn.”

(sy/hu)