'Rêberê me ji bo me meseleyê hebûnê ye'
10:39
Duygu Erol / JINHA
ENQERE- Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an heya niha dibin tecrîta giran tê girtin. Nûnera TUHAD-FED’a Enqerê Havva Ozcan diyar kir ku wan ji 15’ê Tîrmehê ‘hewldana darbeyê’ şûnde ti agahî ji Abdullah Ocalan negirtinê û ji jiyana wî bi gumanin û wiha got: “Rêbertiya me xeta me ya sore. Ji bo bila hîn dem nehatiyê windakirin bila tecrît bi dawî bibe, bila di heman demê de destura hevdîtinê bidin malbat û parêzeran.”
Ji 5 Nîsanê 2015’an heya niha Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê nake û di bin tecrîta giran de tê girtin. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê rexistinên sivîl, partiyên siyasî û gelê Kurd ji bo tenduristiya Abdullah Ocalan ketin nava gumanan. Di hemû platforman de hat xwestin ku tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Nûnera Komeleya Piştgiriya Hiquq û Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) ya Enqereyê Havva Ozcan got ku ev tecrîta li ser Abdullah Ocalan dijî Qanûnên Tirkiyeyê ne û wiha berdewam kir: “Rêberê me ji bo me meseleya hebûn û tinebûneyê. Ji bo azadiya Rêberê me çi ji destê me jina bê em ê bikin.” Havvayê bang li hemû hêzên demokrasiyê û kêde kir ku bila ji bo Abdullah Ocalan bibin yek.
‘Ji 5’ê Nîsanê heya niha pêvajoya darbeyê berdewam dike’
Havvayê bi lêv kir ku ji 5’ê Nîsanê heya niha li ser Rêberê me Abdullah Ocalan tecrîta giran heye. Havvayê da zanîn ku Abdullah Ocalan ji Serokomarê Tirkiye re name rê kiribû û goti bû ku ‘Eger pêvajoya Çareserkirine bi dawî bibe wê darbe bibe.’ Havvayê dest nîşan kir ku dewlet xwe bi xwe qanûnên xwe binpê dike û destur nadin ku Rêberê PKK’ê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike û destura heyetan jî nayê dayîn.”
‘Rêberê me ji bo me xeta sore’
Havvayê got: “Ji bo me welatparêzan û kesên demokratîk xeta sor Rêberê me ye. Rêbertî ji bo Tirkiyê şansêk mêzin e. Îro perspêktîfê Rêbertî li raya gişti ya cîhanê tên nîqaş kirin.” Havvayê dest nîşan kir ku piştî îlankirina 3 mehên OHAL’ê rayedarên dewletê gotin ku dê di OHAL’ê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin neyê kirin. Armanca dewletê ew e ku bi astengkirina hevdîtina Rêbertî re ji bo bu welatparêz û gelê Kurd ber bi şer herin. Ez dixwazim ji Serokkomar û Serokwezîr pirs bikim. Ma hûn dîsa dixwazin welat bibê gola xwîne?
‘Em naxwazin dîsa welat berbi aloziyan ve here’
Havvayê wiha berdewam kir: “Rêberê me ji bo me xeta sor e. Bila bi lez tecrîta li ser Rêbertî bi dawî bibê û bila destura malbat û parêzera a hevdîtinê bê dayîn. Bila welat dîsa berbi aloziyan neçe. Rêberê me ji bo me meseleya hebûn û tinebûneyê. Ji bo azadiya Rêberê me çi ji destê me jina bê em ê bikin.”
Meral Daniş:Îzaha darbê û OHAL’ê nîne
Parlementera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçê giran dibe û piştî ‘Hewldana darbeya’ ew ti agahî ji grava Îmraliyê nagirin ev astengkirina gravê ne îzaha hiquqî û nejî îlan kirina OHAL’ê nayê qabûl kirin. Meralê got ku ji bo gumanên civakê bên bi dawî kirin divê bilêz heyetêk herê Greva Îmraliyê û di mahan deme jî destura malbat û parêzeran bê dayîn.
‘AKP’ê hesasiyêta gelê kurd dizanê’
Meralê dest nîşan kir ku deshilatdariya AKP’ê di civake dê hesasiyeta gelê Kurd dizane û ev tişt gotin: “Niha em ji bo Birêz Abdullah Ocalan ên ku li Îmraliyê tê girtin em bi gumanin. Civakê di derbarê Birêz Ocalan de daxwaz û talebê xwe anîn ziman lê dîsa tu encam nayên girtin. Wezîrê Dadê daxuyanî da lê ev daxuyanî ji bo me ne bes ê.”
(dt/hu)