Li sînorê Girê Spî ciwanek Minbicî hat qetilkirin
10:46
JINHA
GIRÊ SPÎ –Leşrkerên Artêşa Tirk welatiyekî ji Minbicê pêşî kuştin û paşê jî cenazeyê wî şewtandin. Her wiha welatiyek din jî birîndar kir.
Li gorî nûçeyê ANHA'yê leşkerên artêşa Tirk dema du welatiyên ji Minbicê hewl didan ji Bakurê Kurdistanê di sînorê Girê Spî re vegerin warê xwe, gulebaran kirin. Di encamê de ciwanê bi navê Xelîl El-Ebdella ku di sala 1998’an de hatiye dinê û ji gundê Hetabat ê Minbicê ye, jiyana xwe ji dest da û ciwanê bi navê Mihsin Îbrahîm El-Oso yê ji Minbicê ji milê xwe ve birîndar bû. Her du ciwanan dixwestin ku di sînorê gundê El-Minbetih ê ku 1 km li rojavayê Girê Spî dikeve re vegerin Rojava.
Ciwanê bi navê Mihsin Îbrahîm El-Oso, got ku dema şêniyên gund cenazeyê welatiyê bi navê Xelîl El-Ebdellah anîn, wî dît ku Xelîl guleyek di serê xwe de xwariye û cenazeyê wî bi temamî şewitiye.
(rc)