Li çiyayê Cûmatê agir rû da
11:13
JINHA
AMED - Qereqola ku ewlehiya bendava li Farqînê tê çêkirin digire, Çiyayên Cûmatê da ber top û hewanan, ji ber bombebaranê li herêmê şewat derket.
Leşkerên qereqola ku ewlehiya bendava li navçeya Farqînê ya Amedê tê çêkirin digirin, çiyayên Cûmatê bi hewan û topan bombebaran kir. Hat diyar kirin ku 500 metre derûdora gundê herêmê hatiye bombekirin ji ber bombebaranê li herêmê şewat derketiye. Welatiyên ku xwestin biçin herêmê û agir vemirînin, ji ber bombebaranê hatin asteng kirin.
Demek berê çoltarên gundê Dêrikamiqûrê ya girêdayî navçeyê jî hatibû bombekirin û ji ber bombebaranê şewat derketibû, şewata ku derket bi derfetên welatiyan hatibû vemirandin.
(rc)