‘Em li dijî darbeyê banga azadiyê li hemû jinan dikin’

11:41

Duygu Erol / JINHA

ENQERE-Berdevka Meclîsa Jinan Besîme Konca diyar kir ku Meclîsa Jinana HDP’ê bi şîara ‘Em li dijî darbeyan azadiya xwe diparêzin’ di serî de li Stenbol, Enqere û Mersînê û hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê bên cem hev û diyar kir ku herî zêde jin di pêvajoyên darbe û OHAL’ê de di bin bandorê de dimînin û wih agot: “Ti carî zîhniyeta serdest ya mêr neguherî. Bi taybet qezencên ku jinan di dema AKP’ê de bidest xistine ji dest hatin girtin. Li dijî vê divê bi awayekî cidî têkoşîn bê dayîn.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi şîara ‘Emê li dijî darbeyan azadiya xwe biparêzin’ di 29-30-31’ê Tîrmehê de wê bi jinan re bên cem hev û dakevi kolanan. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca ji JINHA’yê re axivî û got darbe hemû civakê dihundirîne û got: “Li dijî vê emê jinan bînin cem hev. Em bang li hemû jinan dikin. Banga me ne ji bo jinên partiyekî, pîşeyekê, rêxistinekê ye. banga me jib o hemû jinane.”

‘Civaka Tirkiyeyê saleke darbeyê temaşe dike’

Besîmeyê da zanîn ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê di alî dîroka Tirkiyeyê de pêvajoyek nû ye û got: “Bi sedsalane li Tirkiyeyê kevneşopiyek darbeyê heye. Bi desthilatdariya neteweperest, yekparêz, mîlîtarîst û zayendperet re, demokrasî, azadî û wekhevî nîne. Bi taybet li Tirkiye û Rojhilata Navîn kevneşopiya darbeyê rewa bûye. Mantika dewlet û darbeyê ketiye nav hev.”

Besîmeyê destnîşan kir ku bi salan e li Kurdistanê mekanîzmaya darbeyê di dewrê de ye û me ev bi dehan carî di platforman de aniye ziman û got: “Dema evqas îmhaya çandî, komkujî û qirkirin mijara gotinê be, dema ku komkujiya jinan tê kirin, me ev aşkera anî ziman. Lê hemû civaka Tirkiyeyê ev temaşe kir.Tirkiye di esasê de ji darbeyê zêde ne dure.”

‘Dîwarê Cizîr û Sûrê yekser îdianame ne’

Besîmeyê ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoya darbeyê de aliyê jinê girantire. Li Kurdistanê ji Ekîn Wanê heta gelek cenazeyên hevalên me hatin teşîrkirin. Yek bi yek jin hatin hedef girtin. Niha îdianameya darbekaran tê amadekirin. Dîwarên Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Geverê xweser îdianamene.”

‘Me ev zîhniyet bi tiştên ku li jinên Êzidî hat kirin dît’

Besîmeyê bi lêv kir ku zîhniyeta mêr ti car neguherî û bi taybet di dema AKP’ê de qezencên ku jinan bi detxistin ji destê wan hatin girtin û got: “ Li dijî vê divê têkoşînek cidî bê dayîn. Desthilatdariya AKP’ê bi qanûnan hewl da jinan hepsê malê bike. bi darbeya dawî re kesên daketin kolana gotin jin û keçên darbekaran helalin û ev jî zîhniyeta ku tiştên li jinên Êzidî hat kirin nîşan dide.”

Besîmeyê wiha berdewam kir: “Hikûmetê piştî hewldana darbeyê bang li civakê kir ku dakevin kolanan û gotin bila jin li malên xwe dua bikin. Ev zîhniyet bi Ekîn Wanê derket pêşberî me. Ekîn Wan bedenek bû. lê peyam dan hemûn jinan. dayika Taybet 70 salî bû. hêza wê tinebû artêşa dewletê biçewisîne. Lê ew hedef girtin û cenazeyê wê bi rojan li kolanê hiştin û peyam dan jinan.

Besîmeyê da zanîn ku ew cudahiyê nakin navberê û bi dirûşmeya ‘Em li dijî darbeyê azadiya xwe diparêzin’ di 29’ê Tîrmehê de wê li Mamak a Enqereyê bi jinan re bên cem hev. Besîmeyê diyar ki rku ji bo destureke bingehîn a demokratîk, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina OHAL’ê wê bi rêxistinên jinan re têkoşîna xwe mezin bikin.

(mc/hu)