Kêfxweşiya jin û zarokên ji DAÎŞ'ê rizgar bûne

12:15

Denîz Yeşîlyurt/JINHA

MINBIC- Çiqas qadên li Minbicê azad dibin gel koçberî qadên ku ji DAIŞ'ê hatin rigar kirin dibin. Ev veger ji bo jinan dibe çîroka azadiye. Li Eniya Rojhilat pêşberî me pêyvên aştiye û çavên zarokên bi ken tên.

Gelê Minbicê ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê koçberî cihê ku şervanên meclîsê bi ewle dikin, dibin û ev koçberkirin berdewam dikin. Minbicî bi wesayitan di rojên havîna germ de koçber dibin û ji bo Minbic ji zilma DAIŞ'ê rigar bûn kêfxweşin. Jinên ku hatin qadên azadkirî wiha gotin: "Hindik maye ji emrê DAIŞ'ê xilas bibe. Eger şervanên meclisê nehatiba wê DAIŞ'ê em hemû qetil bikira. DAIŞ'ê dixwest ku zarokên keç yên 9 salî jî çarşaf li xwe bike. Şikir em ji DAIŞ'ê xilas bûn." Jinan zehmetiyên ku jiyan kirin vêgotin.

Jinên ku dema ji çeteyên DAIŞ'ê direviyan rastî suîqestan dihatin û ev tişt gotin: "Me qadên bi mayinan derbas kir. Ji bo em ji bajêr dernekêvin çeteyên DAIŞ'ê her tişt kirin lê şervanên meclîsê em xilas kirin, êdî em rê nadin tirsê. Wekê ku em nû hatinê dinê. Em bi rojan li benda van rojan bûn.” Zarokan jî diyar kirin ku ew bûnê şahîdê çeteyên DAIŞ'ê ku serî jê kirî û mirov bi darvê dikirî hatin.

(dt/hu)