Li cihê teqînê ekîbên tenduristî xebatên lêgerînê didomînin

12:30

JINHA

QAMIŞLO - Hevserokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat têkildarî êrîşa bombeyî ya li Qamişloyê ji Ronahî TV re axivî û diyar kir, zêdeyî 50 kesî jiyana xwe ji dest dane û gelek kes birîndar bûne.

Hevserokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat têkildarî êrîşa bombeyî ya li Qamişloyê ji Ronahî TV re axivî û diyar kir, zêdeyî 50 kesî jiyana xwe ji dest dane û gelek kes birîndar bûne. Ekîbên Heyva Sor a Kurd a ser bi Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, li cihê teqînê ya li nêzî Navenda Asayîşa Xerbî ya Qamişloyê lêkolînan dike. Kenan da xuyakirin, ku ji ber êrîşa bi qemyoneke bombebarkirî, ku mihî li kaseya wê hebû, zêdeyî 50 kesî jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.

Ji ber teqînê gelek xanî û kargeh xera bûn.

Ekîbên tenduristiyê hewl didin mirovên di binê xirbeyan de man e rizgar bikin. Şewata ji ber teqînê li derdorê derket, ji aliyê ekîbên arkujiyê ve hat vemirandin. Ekîbên şaredariyê jî dest bi rakirina xirbe kirin.

(kom/rc)