Komîteya CEDAW’ê: Divê jin beşdarî pêvajoya çareseriyê bibe

13:57

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya CEDAW’ê nirxandina xwe ya ji bo Tirkiyeyê kir û bang li Tirkiyeyê kir ku di nokteya çareserkirina newekheviya ku jinên Kurd pê re rû hev hatiye hiştin, tedbîran bigire û jinan beşdarî pêvajoya çareseriyê bike, pêvajo ji nûve bê destpêkirin. Di nirxandinê de fikarên têkildarî hewldana darbeyê û bandora bêewlebûnê ya li ser jinan anî ziman. Her wiha bang hat kirin ku pergala destura bingehîn a Tirkiyeyê bê parastin û li dijî mafên jinan rêzdarî bê nîşan dan.
Komîteya Pêşîgirtina li Dijî her Cureyê Newekheviya li Ser Jinê (CEDAW) a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya dema 7. a Tirkiyeyê aşkera kir. Komîteyê balkişand ser daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên li ser jinan, ser zewaca zû, newekheviya li ser jinan û jin tenê wek dayik û hevjînê dîtinê. Her wiha li ser bandora geşedanên dawî yên li ser mafê jinan jî sekinin.
Di daxuyaniya 61 xalî de ‘nirxandinên erênî’ di bin sê xalan de hatin berhevkirin, xalên din jî di beşa ‘Qadê fikarê yên sereke û pêşniyar’ de hatin berhevkirin.

Nirxandinên erênî
Komîteyê diyar kir ku Tirkiyeyê di nirxandina xwe dema 6’emîn ya 2010’an Tirkiyeyê ya ku piştî wê Qanûna Têkildarî Pêşîgirtina Şîdeta li ser Jinê û Parastina Malbatê ya Hejmar 6284’an û got ev geşedaneke gelek girînge. Komîteyê cih da hewldanên teşwîqkirina wekheviya zayenda civakê û Stratejiya Îstîhdama 201-2023’an, Plana Pêşvebirina 2014-2018 a 10’emîn, û Plana Çalakiya Neteweyî ya Xurtkirina Jinan a Qada Bejayî mînak nîşan dan.

Fikar û pêşniyar
Komîteyê têkildarî pêvajoya dawî de li ser geşedanên hatine jiyîn û hawira bê ewlehbûnê ya bandora wê ya li ser mafê jinan fikarên xwe anîn ziman û bang li Tirkiyeyê kir ku li dijî mafê mirovan û mafê jinan, rêzdariyê nîşan bidin û biparêzin. Komîteyê da zanîn ku ev çend sal eli dijî civaka sivîl zext tên meşandin û rojnameger û aktîvîst tên girtin got divê havireke ku bi awayekî aktîf beşdarî pêkanîna peyaman amafê mirovan bibe, bê afirandin.
Jinên Kurd û penaber

Komîteyê di berdewamiyê de fikarên xwe yên têkildarî jinên Kurd de jî anî ziman û ji bo ew wekhevî ji holê rabe banga pêşî girtina tedbîran kir. Komîteyê hewldanên Tirkiyeyê yên têkildarî penaberên Sûriyeyê de jî pîroz kir û li dijî vê jî bal kişand ser bêewlebûna jinên penaber yên li kamp û derveyê kampan. Komîteyê diyar kir ku li herêmên penaberên Sûrî dijî karkeriya seksê zêde bûye, şîdeta zayendî ya li ser jinên penaber zêde bûye û got zewaca zarokên keç jî zêde bûye.

Her wiha komîteyê di berdewamiya nirxandina xwe de got ji bo qanûnên newekheviyê yên têkilarî jinan de bên derxistin hewldan tê dayîn, lê dîsa jî hinek qanûn hebûna xwe diparêzin.

Xwegîhandina edeletê û astengiya li pêş ziman
Komîteyê destnîşan kir ku jin mafê xwe nizanin, jinên kurd, penaber û kêmar dema mafên xwe daxwaz dikin rastî astengiya ziman tê û ji ber qanûnan nizanin jî nekarin xwe bigihînin edeletê. Her wiha komîteyê fikarên xwe yên ji bo wezareta jinên k udi 2011’an de veguherî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî jî anî ziman.

Xerabûna pêvajoya çareseriyê
Komîteyê balkişand ser pêvajoya çareseriyê ya bi PKK’ê re û got pêvajo di 2015’an de sekinî hawira şîdetê ji nûve derketiye û got li dijî jinên Kurd şîdet, tacizî û tehdîd, tecawiz zêde bûye.

(ck/hu)