Dê mitînga 'Na derbe, demokrasî' pêk were

14:49

JINHA

AMED - Rêxistinên DBP û HDP'ê yên bajêr, dê di 31'ê Tîrmehê de roja Yekşemê bi beşdarbûyîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş mîtînga "Ne derbe, demokrasî" li dar bixin.

Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê, bo li dijî derbeyê, Rewşa Awarte (OHAL) û bidawîbûna tecrîda arasteyî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan dê di 31'ê Tîrmehê roja Yekşemê saet di 17.00'an de li Qada Îstasyonê bi beşdarbûyîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi dirûşmeya "Ne derbe, demokrasî" mîtîngê li dar bixe. Dê di mîtîngê de pankartên wek "Bo tecrîdê naxêr, çareserî li Îmraliyê ye", "Em xwedî li pêşeroja xwe derkevin", "Bo derbeyê naxêr", "Xwedî li azadiyê derdikevim, li dijî derbeyê li ber xwe didim" amade bin.

(rc)