KJA bi şîara ‘Li dijî darbeyan azadî’ di 31’ê Tîrmehê de li qadane
16:00
JINHA
STENBOL- Ji aliyê Koordînasyona KJA’yê ya Stnebolê ve bi şîara ‘Li dijî darbeyan em azadiya xwe diparêzin’ di 31’ê Tîrmehê de mîtîngê pêk tîne û beriya mîtîngê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û wiha hate gotin: “Em wek jinên HDP û HDK’ê li dijî zîhniyeta mîlîtarîst, DAIŞ û yekparêz wê li Qada Îskele ya Kadikoyê bin. Em bang li hemû jinan dikin tevlî mîtîngê bibin.”
Koordînasyona KJA’yê ya Stenbolê ji bo mîtînga ku bi şîara ‘Em li dijî darbeyan azadiya xwe diparêzin’ di 31’ê Tîmehê de li Kadikoyê pêk tîne daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ser avahiya rêxistina HDP’a Stenbolê hat dayîn. Li ser navê koordînasyona KJA’yê Fîlîz Ozçakir axivî û diyar kr ku bi hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê re siyasetê aliyekî nû qezenc kiriye û got: “Piştî darbeyê şûnde li Tirkiyeyê siyaste ji nûve teşe bûye.”
'Hedefa hemû darbekaran destpêkê jine’
Fîlîzê di berdewamiyê de bi lêv kir ku daxwazên demokratîk yên darbekaran tine û got desthilatdariya ku dibêje me darbe çewisandiye jî daxwaza wan ya demokratîk tine. Fîlîzê wiha berdewam kir: “Demokratîkbûn tenê li dijî tanqên darbekaran rawestandin nîne. Dema ku berpirsên bodruma Cizîrê hat dayîn, li dijî kesên ku tanqên xwe bi ser zarokên Kurd de birin, bê rawestin, dikare bêje ez demokatim.”
'Raste rast jin hedef hatin girtin’
Fîlîzê bi lêv kir ku her tim jin dibin hedefa şer, darbe û OHAL’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Darbe û OHAL li cihê ku serdestiya mêr heye derdikeve holê û tûj dibin. Ji ber vê jî darbe destpêkê li dijî jinan pêk hatine. Yên hewldana darbeyê kirin li Kurdistanê di qedexeyên derketina derve de dîwar bi nivîsên zayendperest tije kirin, wêne di odeyên razanê de kişandin û bedena jinê teşîr kirine. Ev hemû di bin agahiya Qesrê de hatine kirin. Komên zîhniyeta DAIŞ’ê piştî darbeyê li kolanan ji hedef girtin. Van koman xwestine asîtê birijînin ser jinan û jin rastî gelek êrîşên zayendî hatine.”
Fîlîzê got wê di 31’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de li qada Îskele ya Kadikoyê bin û banga beşdarbûnê li hemû jinan kir.
(rt/hu)