Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan banga ketina tevgerê kirin

16:04

JINHA

STENBOL - Ji 27'ê Tirmeha 2011'an vir ve hevdîtina Rêbêrê PKK Abdullah Ocalan û parêzerên pêk nayê. Parêzerê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek derbarê vê rewşê de wiha got: "Di rewş û pêvajoyeke wiha de heke qesda canê serokkomarê vî welatî hatine kirin, gelo em dipirsin di rewşe bi vî awayî de ewleyiya Birêz Abdullah Ocalan heye yan na? Ji bo em ji rewşa Ocalan û muwekîlên xwe yî din haydar bin, divê demildest heyet, parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtin pêk bên. Parêzer Veysî Eskî jî wiha got: "Em difikirin ku li dijî Birêz Ocalan êrîşeke fizîkî heye."

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Piştevaniyê ya Bi Malbatên Girtiyan(TUAD) û HDP'ê têkildarî rewşa Rêberê PKK Abdulah Ocalan û ji bo balê bikişînin ser tecrîda arasteyî wî li avahiya Komeleya ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê saziyan parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Çîçek daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan û wiha got: "Îro 27'ê Tirmehê ye, dewleta ku xwe wek dewleta hiqûq û demokratîk dide nîşandan ev 5 sale nahêle ku parêzerên Birêz Ocalan pê re hevdîtinê bikin. Astengkirina malbat, parêzer û heyetan tê wateya ku bi îşkenceyê re rû bi rû maye."

Cengîz dest nîşan kir ku pêkanîn îktîdarê yên ku li dijî Abdullah Ocalan xwe didin der, ji aliyê wan û civakê ve nayê qebulkirin û wiha got: "17 sal e li Îmraliyê hemû cureyên binpêkirina mafan li ser muwekîlê me tên sepandin. Dixwazin di şexsê Ocalan de tolê ji gelê kurd û civakan hildin. Dixwazin bi vî awayî hezkirî û nasên îşkence bikin. Muwekîlê me ne girtiyeke ji rêzê ye. Bi tercîhan dîl girtinek pêk tê. Divê îktîdara siyasî vê rastiyê vir de wir de nebe. Pir vekirî têkildarî rewşa wî agahî bide me an jî dawî li vê derhuqûqî û lîstikê bîne. Li Îmraliyê huqûq û mafê mirovan tên binpêkirin."

'Demildest divê ji bo mîsogeriya ewleyiya Ocalan hevdîtin pêk bê'

Cengîz da zanîn ku bi hewldana derbeya 15'ê Tirmehê re rewşê Abdullah Ocalan bêtir berbiçav bûye û mafê astengkirina hevdîtinê rewşê xetertir kiriye û wiha axivî: "Bi hewla derbeyê re asta gefan ku zêde bûye niha ev gef û talûke li dijî Birêz Abdullah Ocalan û hemû muwekîlên me pêk tê û gelo ma meriv dikare bibeje ev derbe li dijî muwekîlên me pêk nehatiy? Ew bi vê derbeyê re heta Serokkomarê vî welatî hedef hatiye girtin. Lê em careke din dipirsin, heke serokkomarê vî welatî hedef hatibe girtin, gelo li vir ewleyiya Birêz Ocalan çiqas heye? Heta piştî hewla derbeyê di medyayê de 'Di hedefa derbekaran de Rêberê PKK Abdullah Ocalan jî hebû' hate serwîskirin û di vî warî de agahî hatin parvekirin. Demildest divê ji bo mîsogeriya ewleyiya Ocalan heyet, malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin. Êdî bila astengiyê li pêşiya çûyîna Îmraliyê bên rakirin."


Cengîz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşê Abdullah Ocalan û gotinên Ocalan ên têkildarî çareserî û derbeyê û li hember biryara çûyîna Îmrali ya di çarçoveya îlankirina OHAL'ê de hate qedexekirin nîşan da. Cengîz bangî rayedaran kir ku divê lezgînî vê biryara di çarçoveya OHAL'ê ji bo qedexekirina çûyîna Îmrali hatiye dayîn bê rakirin.

'Demildest bila hevdîtin pêk bê'

Piştî Cengîz Hevserokê HDP'a Stenbolê Dogan Erbaş jî axivî û anî ziman ku ew biryara 1'emîn Dadweriya Înfazê ya Bursayê wek derbeyê dibînin û wiha got: "Daxuyaniyên rayedarên dewletê yên arasteyî Ocalan, bo şik û gumanên derbariyê wî de nebûn bersiv. Têkildarî rewşa Ocalan agahiyên qirêj û tevlîhev tên dayîn. Divê rojek berî rojekê bi Ocalan re hevdîtên pêk bên."

'Bila guh bidin daxwaza gelê kurd'

Rêvebera TUAD'ê Prz. Şule Recepoglu jî daxuyaniya Serokomar Erdogan a "Gelê me çi bixwaze dikar binirxîne" bibîr xist û wiha got: "Em daxwaz dikin daxwaza gelê Kurd a aşîtî û demokrasiya rast jî bê nirxandin. Daxwaz û bendewariyên gelê kurd ên ji bo ku muzakere bi Ocalan re bê destpêkirin hene. Divê ku daxwaz û bendewariya gelê kurd bigirin ber çavan û ji van daxwazan re baldar bin."

'Êrîş li dijî Ocalan heye'

Rêveberê OHD'ê Prz. Veysî Eskî jî dest nîşan kir ku bi biryarnameya KHK'ê rê beriya derbeyê polîtîkaya li Îmrali ya li dijî Abdullah Ocalan ku di dewrê de bû li girtîgehên din jî ketiye dewrê û wiha got: "Bi sererastkirina KHK'ê re heta îro biryarên OHAL'ê yên dihatin pêkanîn hemû derketin holê. Nûçe û agahiyên têkildarî Ocalan tên serwîskirin her roja ku diçe endîşeyên me zêde dikin. Em difikin ku êrîşek fizikî li dijî Birêz Ocalan heye."

(kom/rc)