Li Rojava sê roj şîn hat îlan kirin

16:19

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Kordînasyona Giştî ya her sê Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn), piştî êrîşa ku li Qamişlo pêk hat, li Rojava 3 roj şîn ragihand.

Îro li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, teqînek pêk hat û di encamê de zêdetirî 30 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Her wiha ziyaneke madî ya pir mezin gihişt derdorê. Ji bo vê yekê Kordînasyona giştî ya hersê Kantonên Rojava(Cizîr, Kobanê û Efrîn), bi daxuyaniyekê, li tevaihiya Rojava şîn ragihand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ji bo vê bûyerê li Rojava 3 roj şîn radigihînin û ji bo sekna li kêlek malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndaran, bang li hemû desteyan kirin ku hemû rengên destekê bidin. Bi taybet desteya tenduristiyê û desteya şaredariyan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em ji gelê xwe re radighînin ku em ê li hember hemû rengên terorê li ber xwe bidin. Em ê ji bo parastina, gelê xwe tu car gav paşve navêjin. Ew ê berxwedan û yekîtiya di navbera hemû pêkhateyan de xurtiri bibe û em ê armancên gelê xwe bigihînin serî û ewlehiyê li herêmê bicih bikin.”

Di dawiya daxuyaniyêde bang li hemû welatiyan Rojava hat kirin ku ji bo bicihkirina ewlehiyê bi hêzên Asayîşê re bibin, alîkar û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re şifaya xêrê hat xwestin.

(kom/rc)