Konseya Tendirustî têkîldarê êrîşê daxuyanî da
17:30
JINHA
QAMIŞLO - Hevserokatiya Konseya Tendirustiyê ya Kantona Cizîrê, di teqîna li Qamişloyê de ku piraniya wan welatiyên sivîl 35 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji 150 kesan zêdetir jî birîndar hene.
Hevserokatiya Konseya Tendirustiyê ya Kantona Cizîrê, têkildarî êrîşa xwekujî a bi kamyona bombebarkirî daxuyaniyek nivîskî da. Hevserokatiya Konseya Tendirustiyê ya Kantona Cizîrê,diyar kir ku piştî binkeftinên DAIŞ’ê û aligirên wê yên wekî dewleta Tirkiyeyê ku li eniyên Minbicê bi destê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîtine, ev komikên terorîst serê vê sibehê li bajarê Qamişlo êrîşek terorîstî pêk anî. Konseya Tendirûsityê wiha anî ziman: “ Êrîş li taxa Xerbî li nêzî navenda Asayîşê saet derdora 09.25’an de pêk hat. Di encama êrîşê de nêzî 35 kesan ku piraniya wan sivîl in û di nava wan de jin, zarok û kal hene, jiyana xwe ji dest da. Di ser 150 kesî re jî birîndar in.
Di bin xirabeyên avahiyan de hîn jî gelek welatiyên sivîl hene, lewma jî guman heye ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndaran zêde bibe heye. Li cihê êrîşê xebatên lêgerînê berdewam dikin. Piştî êrîşê tevahiya saziyên tenduristiyê di bin sîwaneya Desteya Tenduristiyê de mudaxele kirin û birîndar derman kirin. Em jî wekî Desteya Tenduristiyê vê êrîşa terorî û newêrek ku gele Qamişlo hedef girtiye, bi tundî şermezar dikin û ji malbatên şehîdan re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”
(kom/rc)