ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

* Jinên bajarê Til Temir êrîşa bombebarkirî ya ku li bajarê Qamişlo pêk hat bi tundî şermezar kirin û gotin, "Neyarê kurdan ên ku li Minbicê têk diçin, bi wesayîten bombebarkirî êrîşê sivîlan dikin. Ev yek têkçûna wan radixîne berçavan."

*Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bang kir ku divê 3’ê Tebaxê ji aliyê jinên cîhanê ve ‘roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina Jinê’ bê qebûlkirin. Gultanê got: “Ez bang li hemû jinan dikim ku roja 3’ê Tebaxê tevli çalakiya bêdengiyê bibin. Divê 3’ê Tebaxê wek roja têkoşîna li dijî qirkirina jinê bi awayekî xurt bê pêşwazîkirin û divê em hêza jinê derxin holê.”

*Li Colemêrgê jina bi navê Saîme Sotmez a ker û lal di qursa berikan de nexşên herî bedew derdixe û ji bo hemû jinên di nava qursê de dibe mînak.

*Zarokên koçer ên ku her sal li gel malbata xwe ji Cizîra Botanê berê xwe didin zozanên Şaxa Wanê di nava ahengiya xwezayê de dilîzin.

*Piştî ku li Tirkiyê ji aliyê Serokomar ve OHAL hat îlan kirin û li parlementoyê hat erê kirin şûnde bertekên jinan zêdebûn. Jinên Wanê destnîşan kirin ku îlankirina OHAL'ê tê wateya komkujiyan.

*Perestgeha herî mezin a Êzidiyan li gundekî biçûk yê Ermenîstanê tê çêkirin. Perestgeh wek sembola zila kevneşopiya olan hatiye amadekirin.

*Rojnamegera Îspanyolî ya femînîst Lucîa Munoz ku piştî hewldana darbeyê ji bo lêkolînê hat Tirkiyeyê, diyar kir ku piştî darbe û OHAL’ê li Tirkiyeyê hewayeke nebaş serdeste. Lucîa li ser rojnamegerên girtî jî sekinî û got: “Tirkiye rojnamegeran digire û mafê mirovan binpê dike.”

*Bi pêngava ku şervanên Meclîsê daye destpêkirinê re welatiyên Mînbîcê yê ji zilma DAIŞ’ê reviyan, li qadên bi ewle tiştên ku jiyan vegotin. Zahîde û Fatîmayê diyar kir ku gelek êş bi hev re jiyane û got: “Ger şervanên meclîsê tinebûna emê di bin vê zilmê de bimana. Em nizanin wê heta kengî me berxwe bida.”

*Bavê Evin Karaçelik a HPG yî ku li Elkeya Şirnexê di êrîşên hewayî de jiyana xwe jidest dayî gotibû: ‘Fizika te ya gerilabunê nîne.’ Evînê jî li hemberî sepandinên pergalê got: ‘Hunê bibihîsin’ û beşdarî nava refên PKK’ê bu. Dayika Evîn Asya Karaçelik got: “Keça min qet li hemberî mêran serî nedanî.” Xwişka wê jî diyar kir ku Evînê hêz û hilberîna jinan di kesayeta xwe de jindar dikir.