Jinên Til Temir: Li berameberî hêzên me bindikevin

09:01

Ronîda Hacî/JINHA

TIL TMEIR- Jinên bajarê Til Temir êrîşa bombebarkirî ya ku li bajarê Qamişlo pêk hat bi tundî şermezar kirin û gotin, "Neyarê kurdan ên ku li Minbicê têk diçin, bi wesayîten bombebarkirî êrîşê sivîlan dikin. Ev yek têkçûna wan radixîne berçavan."

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê, li nêzî Navenda Asayîşê ya Xerbiyê ya li ser rêya Amûdê duh saet li dora 09.25'an de bi qamyoneke ku di qaseya wê de mî û bombe hebûn êrîşek pêk hatibû û di encamê êrîşê de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Têkîldarê teqîna li bajarê Qamişloyê jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê wiha axivin, "Ev êrîş tirsê dilê dijmin diyar dike."

'Ew ê bi êrîşan sernekevin'

Rêvebera Peymangeha Şehîd Jiyan, Mamoste Gûlîstan Hesen diyar kir ku ji ber çete nikarin rû bi rû şer bikin, êrîşên bombeyî pêk tînin û wiha got, "Em bi tundî êrîşa ku li bajarê Qamişlo pêk hat, şermezar dikin. Wek tê zanîn serkeftinên pir mezin li bajarê Minibicê tê bidest xistin, lewre çete jî êrîşan pêk tînin. Xwestin di riya pêkanîna teqînan re tirs têxin nava dilê gelê me yê ku li herêmê dijî û hêza gelê kurd lewaz bikin. Lê her çiqas êrîşan pêk bînin tu carî nagihîjin armancên xwe."

'Li berameberî hêzên me bindikevin'

Fedîla Feysel anî ziman ku ew êrîşê ku li bajarê Qamişlo pêk hatî bi tundî şermezar dike û wiha domand, "Ji ber çete nikarin şer bikin, teqînan pêk tînin. Li berameberî hêzên me bindikevin. Ev teqîn pêk hat ji bo ku gel bireve û tevlihevî têx nav wan. Ev tişt di îslamê de tune ye. Ez serkefinê ji hemû hêzên me re dixwazim. Em tev bi gelê Qamişlo re ne."

(kom/rc)