Gultan Kişanak: Divê em 3’ê Tebaxê de hêza jinê derxin holê
09:03
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED- Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bang kir ku divê 3’ê Tebaxê ji aliyê jinên cîhanê ve ‘roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina Jinê’ bê qebûlkirin. Gultanê got: “Ez bang li hemû jinan dikim ku roja 3’ê Tebaxê tevli çalakiya bêdengiyê bibin. Divê 3’ê Tebaxê wek roja têkoşîna li dijî qirkirina jinê bi awayekî xurt bê pêşwazîkirin û divê em hêza jinê derxin holê.”
Ji salvegera komkujiya Şengalê 3’ê Tebaxê demek kurt ma û piştî jinên li Çiyayê Şengalê jiyanek nû ava kirin, li dijî êrîşên dikare bê parastina cewherî pêk anîn. Jinên Êzidî meclîs ava kirin û bang kirin ku 3’ê Tebaxê wek Roja Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Qirkirina Jinê bê qebûlkirin. Platfoma TÊkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê hatine desteserkirin jî ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ’ê de hat avakirin û ew jî bû hevkarê bangê. Ji gelek welatên cîhanê ji bo bangê piştgirî hat. Li ser banga hat kirin jin ketin nava tevgerê û wê li gelek welatên cîhanê ‘çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê’ pêk were. Hevşaredara Bajarê Mezina Amedê jî balkişand ser dîroka 3’ê Tebaxê û bang li hemû jinan kir ku beşdarî çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê bibin. Gultanê bi lêv kir ku tiştên li dijî jinên Êzidî hatiye kirin wek qirkirinê dinirxînin û got komkujiya li dijî jinên Êzidî pêk hatiye li dijî hemû jinên cîhanê pêk hatiye.
'Jinên Êzidî di bin qirkirineke mezin de derbas bûn’
Gultanê bi anî ziman ku li her derê cîhanê jin di bin şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê didin û got qirkirian jinê û komkujiyên jinê pirsgirêka herî mezin e. Gultanê destnîşan kir ku di çend sedsalên dawî de bûyerên nehatine dîtin jiyane û got hovîtiyeke mezin di demên dawî de hatiye jiyîn. Gultanê wiha got: “Nêzî 5 hezar jinên Êzidî hatin revandin û bazarên koleyan hatin firotin. Bi pêşengiya ‘Platforma Têkoşîna Jinên Bi Zorê Hatine desteesrkirin’ hat avakirin. Bi saya vê platformê gelek jin ji destê DAIŞ’ê hatin xilaskirin û lê hîna 2 hezar jin di destê DAIŞ’ê de ne. Tiştên jinên Êzidî jiyan qet nehatibû jiyîn.
'DAIŞ teqîna emperyal a serdestiya mêr e’
Gultanê di berdewamiyê de got êdî jinên Şengalê di berxwedanê de rola pêşeng dilîze û got: “Ger DAIŞ ol, pere, zor, tacîz, tecawiz, şewitandinê bikartîne, ew teqîna emperyal a serdetiya mêr a DAIŞ’ê ye. Li Rojhilata Navîn berxwedaneke mezin a jinan heye. Ji ber vê jî hedefa sereke jinin. Jinên Şengalê bi parastina cewherî bersiv da vê. Tişta ku divê hemû jin bike jî eve. Ev jî di encama berxwedaneke mezin de çêbû.”
'Divê ji çar aliyê cîhanê jin dakevin qadan’
Gultanê da zanîn ku bi qirkirian jinê re divê hemû jinên cîhanê rabin ser piyan û got: “Li dijî pêkanîna li ser jinên Êzidî hatiye kirin, bêdengî hebe wê hemû koletiya hemû jinan hatiye qebûlkirin. Jin koletiyeke wisa divê qebûl nekin. Em ji n wê li dijî polîtîka koletiyê têbikoşin. Ez bang li hemû jinan dikim ku roja 3’ê Tebaxê tevli çalakiya bêdengiyê bibin. Divê 3’ê Tebaxê wek roja têkoşîna li dijî qirkirina jinê bi awayekî xurt bê pêşwazîkirin û divê em hêza jinê derxin holê.”
(mm/hu)