Jinên Wanê: Em ne OHAL'ê aramiyê dixwazin

09:07

JINHA

WAN - Piştî ku li Tirkiyê ji aliyê Serokomar ve OHAL hat îlan kirin û li parlementoyê hat erê kirin şûnde bertekên jinan zêdebûn. Jinên Wanê destnîşan kirin ku îlankirina OHAL'ê tê wateya komkujiyan.

Li Tirkiyê piştî hewildanên derbeya leşkerî ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve OHAL hat îlan kirin. Li hemberî îlan kirina OHAL'ê bertekên jinan mezin dibin. Jinên Wanê der barê OHAL'ê de nirxandin kirin û gotin ku hikumetê bi îlankirina OHAL'ê carekdin hewildidin komkujiyan bikin.

'Em OHAL'ê qebûl nakîn'

Jina bi navê Tûrkan İşik diyar kir ku dewletê çawa di salên 90'an de bajar xira kirin mirov qetil kirin bi îlankirina OHAL'ê jî hikumet cardin di nava hewildanên komkujiyê denin û wiha axivî; "Hikumet çi bike bila bike nikare me xilas bike. Em tu car dev ji vê dozê bernadin, ew çiqas kurdan bikuje jî nikare me bi van kirinan xilas bike. Erdogan tu car nikare bi dilek rehet li qesrê bisekine. Derbeya leşkerî xist dewrê, wekî lîstikekî leşker xistin kolanan daxwaziya wî ew bû ku gelan rû bi rû bixe. Derbeya leşkerî bi fermana Serokomar pêk hat. Hemû der kirin gola xwînê, li tevahiya Tirkiyê ferman da komkujî pêk hatin. Bila êdî gelê tirkiyê jî bizane ku fermana komkujiyan Serokomar dide. Ew kesên ku niha ketine kolanan li ser navê îslamê mirovan qetil dikin. Ew kes dijminê mirovahiyê ne eleqeyan wan bi welatpareziyê re tûne ye, ew ne misilmanin mirovkujin. Em OHAL'ê qebûl nakin em jin dê her tim li hemberî van biryarên hikumetê bisekinîn."

'Em aşitiya wî jî naxwazîn'

Hatîce Kanat jî bertek nîşanî biriyara OHAL'ê da û da zanîn ku ew vê biryara hikumetê nas nakin wiha got: "Heya niha me tu car piştgirî nedaye hikumetê ji ber ku bi xelet girtina biryarên dewletê evqas mirov hatin qetil kirin. Niha jî bi biryara îlan kirina OHAL'ê gelên Tirkiyê dîsa sewqî mirinan, komkujîyan, girtin û binçavan kirinan dikin. Em li hemberî vê biryarê ne û em qebûl nakin. Em piştgiriyê didin doza heq. Em naxwazin ne kurd ne jî gelên ku li tirkiyê dijin piştgiriyê bidin van biryarên hikumetê. Em aşitiya wî jî naxwazîn, herkes ên ku dibêje ez mirovparêzim divê li hemberî OHAL'ê bisekine."

'Em tu car zilmê qebûl nakîn'

Esma Demîr salên 90'an bibîrxist û got ku Serokomarê Tirkiyê dixwaze cihê Kenan Evren bigire û wiha pê de çû; "Erdogan niha bi rê û rêbazên Îsmet Înonû û Kenan Evren dixe devrê. Ez wisa difikirim ku ev sal dê dîsa ji aliyê dewletê ve vegerin salên 90'an. Lê ez bawer dikim ku gel çawa di salên 90'an de gel li berxwe da û serê xwe li hemberî zilma dewletê ne tewand îro jî dîsa serê xwe natewîne. Ev biryar biryarên komkujiyê ne, ji xwe dewletê her roj OHAL xistiye meriyetê. Ev zilma ku niha li Kurdistanê dide meşandin pêngavên komkujiyê ne. Lê em tu car zilmê qebûl nakîn, heya niha jî gelê kurd gelek berxwe dide. Niha jî em ji bo aramiya hemû gelan têdikoşin. Hemû hewildanên me ji bo jiyanek aram û pêşeroja zarokên me ne. Kirinên dewletê her diçin dişibin salên 90'an."

(zyd-htk/zt)