Rojnamegera Îspanyolî: Ji bo demokrasiyek rast divê çapemenî azad bibe!

09:10

JINHA

STENBOL- Rojnamegera Îspanyolî ya femînîst Lucîa Munoz ku piştî hewldana darbeyê ji bo lêkolînê hat Tirkiyeyê, diyar kir ku piştî darbe û OHAL’ê li Tirkiyeyê hewayeke nebaş serdeste. Lucîa li ser rojnamegerên girtî jî sekinî û got: “Tirkiye rojnamegeran digire û mafê mirovan binpê dike.”

Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê çavê çepameniya cîhanê vegeriya ser Tirkiyeyê û jig elek welatî rojnameger ji bo geşedanan di cih de bibînin hatin Tirkiyeyê. Rojnamegera femînîst ya Îspanyolî piştî hewldana darbeyê hat Tirkiyeyê. Rojnamegera ku yekem car tê Tirkiyeyê tecrubeya xwe ya hefteyekê ji JINHA’yê re vegot.

Lucîayê di encama xebatên ku meşandin de diyar kir ku bi darbeyê li Tirkiyeyê hewayek nebaş serdeste û got: “Ez yekem car têm Tirkiyeyê. Lê ez ji çapemeniya navneteweyî vê dişopînin. Di encama hevdîtinên min kir de hat fêm kirin ku berê jî aloziyek hebûye. Bi îlankirina darbe û OHAL’ê re fikarên mirovan zêde bûne.

‘Li Tirkiyeyê jintî û mêrtî di rolên diyarkirî de hatiye tengkirin’

Lucîayê bi lêv kir ku bi taybet fikarên jinan zêde bûne û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê ji çandên cuda profîlên jinan hene. Yên herî zêde bifikarin jinin. Jin naxwazin di hawira şer de bijîn. Bi qasî ku min dîtiye, divê Tirkiye di mijara wekheviya jin û mêr de zêde hewl bide. Ji ber ku hîna jintî-mêrtî di rolan de hatine tengkirin. Min li vir kamera bikaranî, hevalê min yê mêr jî nûçegîhanî kir. Ev li Tirkiyeyê biyanî hat dîtin. Li vir jin û mêr ferq nake. Wek kameraman xîtab dikin. halbûkî jin ‘kamerawomen’e. Ji ber vê ez xebatkarên JINHA’yê pîroz dikim.”

Lûcayê balkişand se rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê û go welatê herî zêde lê rojnameger girtîne.

(rt-ro/hu)