Hêrsa jinên Mînbîcê ya li dijî DAIŞ’ê

09:12

Denîz Yeşîlyurt/JINHA

MINBIC – Bi pêngava ku şervanên Meclîsê daye destpêkirinê re welatiyên Mînbîcê yê ji zilma DAIŞ’ê reviyan, li qadên bi ewle tiştên ku jiyan vegotin. Zahîde û Fatîmayê diyar kir ku gelek êş bi hev re jiyane û got: “Ger şervanên meclîsê tinebûna emê di bin vê zilmê de bimana. Em nizanin wê heta kengî me berxwe bida.”

DAIŞ’ê tenê qedexe û jiyanek bit irs li Mînbîcê rewa nedît. Di heman demê de ji bo jinan mirin, veqetîn û nezanîbûn e jî. Wek jinên ku zarok û hevjînên wan ketin destê DAIŞ’ê. Li cihê ku jin nekarîbûn derkevin derve, xebata wan qedexe bû, zarokên wan, hevjînên wan hatin revandin û mahkumê jiyaneke zindanî dibin. Ya ku wan dipê jî birçîbûn, fikar û xizaniye. Wekê Zahîde û Fatmayê.

'DAIŞ’ê ji bilî zilmê tiştek neanî’
Tiştên ku Zahîde Heso jiyan û gotinên xwe yên ku nekare temam bike, êş û hêrsa wê nîşan dide. Zahîdeyê diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ’ê bajar dagir kirine, gotine wê îslamiyetê bînin lê ji bilî zilmê tiştek neanîne. Zahîdeyê wiha got: “Hatin mala me û îşkece bi me kirin. Kurê min yê biçûk tirsiya. Em xistin çarşefa reş. Em ola xwe dizanin. Tiştên wan nîşanê me da ti eleqeya wê bi îslamê tine. Hevjînê min ev du sale di destê DAIŞ’ê de dîl girtiye.”

'Keça min pêlê mayînê kir û mir’

Zahîdeyê bi lêv kir ku dema şer destpêkiriye ketine dorpêçê û got: “Me xwest em ji bajar derkevin lê çeteyan destur neda. Keça min ya 10 salî pêlê mayîna DAIŞ’ê kir û li ber çavê me can da. Ez van îşkencekaran teslîmê xweda dikim. Gel ket dorpêça DAIŞ’ê. Ne na û ne av ma. DAIŞ ji firinan ji bo xwe nan derdixe. Dema nan bayat dibû jî buha difrot gel. Bila demildest ev gel ji vê zilmê rizgar bibe.

‘Her cureyê zilmê bi gel didin jiyankirin’

Fatma jî ku ji zilma DAIŞ’ê reviya û xwe gihand şervanên meclîsê got çeteyên DAIŞ’ê mêrên li bajar girtine û jin jî li malê hiştine. Fatmayê got derketina derve ji bo jinan hatiye qedexekirin û got: “Beyî çarşef jin nekaribûn derkevin derve. Her cureyê zilmê bi gel didin jiyankirin. Sê zarokên min revandin û girtin.Em gelek êşan bi hev re dijîn. Bila êdî ev îşkence bi dawî bin. Ger şervanên meclîsê nebûna ewê ev zilm berdewam bikira.”

(hu)