SYPG: Tu hêz û êrîş nikare vîna gelên me bişkîne
09:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN -Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan têkîldarê êrîşa bombeyî yê ku duh li bajarê Qamişlo pêk hatî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Saziya Yekîtî û Piştgirîya Gelan (SYPG) di derbarê êrîşa bombeyî ya ku duh li bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê pêk hatibû de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 4. salvegera Şoreşa Rojava de li hemberî hemû êrîşên hovane bi serkeftinên nû li ser rêya xwe dimeşe. Ew serkeftin bêguman aîdê gelên me yên qehreman e. Hêzên ku nikarin li hemberî gelên me û hêzên wan ên parastinê bisekinin, êrîşî gelên medenîyan dikin. Êrişa ku îro li Qamişlo pêk hat û di encama wê de di nav wan de gelek zarok û jin jî hebûn dehan mirovên medenî şehît ketin û bi sedan jî birîndar bûn, rastîya binketina çeteyên DAÎŞ û xwedî wana ne.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanên gelan li Minbîcê ji bo azadiya gelên herêm bi canfedayî şer dikin û biser dikevin û wiha domand, "Ew serkeftina gelan, çeteyên DAÎŞ’ê û hevkar û xwedî wana diqehrîne. Çeteyên ku di cepheyan de nikarin li hemberî şervanên azadîya gelan bisekinin berê xwe didin kesên sivîl. Ew êrîşa ku çeteyên DAÎŞ’ê li Qamişlo pêk anî, em bi zelalî dikarên bêjin ku paş vî êrişê de hêz û dewletên ku dijminê şoreşa me ne jî hene. Hêz û dewletên ku di paş wan çeteyan de cih digrin berpirsyarê vî êrîşê ne. Ew jî weke çeteyên DAÎŞ’ê wê hesab bidin gelên me. Ew hêzan bila baş bizanin ku bi wan êrîşan nikarin vîna gelên me yê şerker bişkînin. Ew xaka pîroz bi xwîna hezaran cangorîyan hatîye avdan. Êdî tu hêz nikare ber vî şoreşa gelan bigire.
Em wekî Sazîya Yekîtî û Piştgirîya Gelan(SYPG) di serî de ji hemû gelên me, ji malbatên şehîdan, ji gelê Qamişloyê re sersaxîyê, ji birîndarên me re jî şîfaya xêrê dixwazin. Ew êrîşa dijî mirovahîyê em şermezar dikin."
(kom/rc)